Çalakiya 'Deng bide azadiyê’: 4 sal in agahî ji rêberê gel nayê girtin 2024-08-18 15:52:04 STENBOL - Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlû di çalakiya “Deng bide azadiyê” de axivî û got: “4 sal in agahî ji rêberê gel nayê girtin.”    Malbatên girtiyan bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocallan rabe û azadiya wî were mîsogerkirin, vê hefteyê jî çalakiya “Deng bide azadiyê” li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê li dar xistin.    Malbatên girtiyan, Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlû, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî û gelek welatî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo aştiya civakî tecrîdê rake deng bide azadiyê” hat vekirin.    ‘BILA MERHAMET Û WÎJDANÊ WE HEBE’    Dayika girtî Fincê Akman di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rewşa lawê xwe Yakûp Akman û got ku lawê wê ji ber ku di greva birçîbûnê de cih girtiye 11 rojan di hucreya yek kesî de hatiye ragirtin û qedexeya hevdîtinê lê hatiye birîn. Akman da zanîn ku şert û mercên girtiyan nebaş e û got: “Bila hinek merhamet û wîjdanê we hebe. Çima hûn li zarokên me wisa dikin? Em viya qebûl nakin.”    ‘AGAHÎ JI RÊBERÊ GEL NAYÊ GIRTIN’    Parlamenter Çîçek Otlû jî axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan û wiha got: “Ev nêzî 4 salan e tu agahî ji rêberê gel nayê girtin. Liv î welatî di kîjan heyamê de zext hatiye kirin? Mexseda çalakiya me ew e ku agahî ji birêz Abdullah Ocalan bê girtin û azadiya wî pêk were. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê neçare ku deriyê Îmraliyê veke û hevdîtin bên kirin. Heta ku tecrîd bê rakirin û agahî ji birêz Ocalan bê girtin wê têkoşîna me berdewam bike. Her wiha em dixwazin hemû girtiyên nexweş werin berdan.”    Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û dirûşm hatin berzkirin. Piştre çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.