Rejîma Îranê 3 jê kurd 4 girtiyên din bidarve kir 2024-08-18 15:24:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku rejîma Îranê di navbera rojên 13 û 15’ê tebaxê de li girtîgehên Îran û rojhilatê Kurdistanê 4 girtiyên din bidarve kiriye.   Tora Mafên Mirov a Kurdistanê diyar kir ku di navbera rojên 13 û 15’ê tebaxê de rejîma Îranê 4 girtiyên din ku bi tometên cuda hatibûn girtin, li girtîgehên Kerec, Sine û Sebzeward bi darvekiriye. Hat gotin ku 3 ji wan kurd in.    Li gor agahiyên ku Tora Mafên Mirov a Kurdistanê belav kirine, yek ji wan girtiyan bi navê Peyman Elaweysî (37) xelkê Sine ye û pênc sal bûn girtîbû û li girtîgeha Sine hate darvekirin. Girtiyek din yê bi navê Nasir Şefiî ku xelkê bajarê Tîkabe û ev pênc sal bûn girtîbû û li girtîgeha Kerec hat bidarvekirin.   Girtiyek din jî bi navê Seîd Niyazî yê xelkê Loristanê çar sal bûn li heman girtîgeha Kerecê dihat girtin û li heman girtîgehê hat bidarvekirin.     Li gor heman agahiyan girtiyê din jî bi navê Reza Zerdkuhî xelkê gundê Zerdkuhî ya ser bi bajarê Sebzewar a Xoresanê ye û çend salek beriya niha hatibû girtin û li girtîgeha Sebzewar hat bidarvekirin.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji serê salê ve heta niha bi dehan kes li girtîgehên Îranê hatine bidarvekirin. Bi sedan kes jî cezayê darvekirinê lê wan hatine birîn. Piraniya wan bi tometên siyasî û senaryoyên ku rejîmê amadekirine tên cezakirin.