Hatîmogûllari: Di warê tûrîzmê de pêdiviya welat bi aştiyê heye 2024-08-18 15:22:27 ANTALYA - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya li Manavgatê axivî, wiha got: “Divê yekî antalyayî jî bi armanca tûrîzmê bikare biçe Colemêrgê, Wanê. Ji ber wê yekê di warê tûrîzmê de pêdiviya welat bi aştiyê heye.” Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogûllari li navçeya Manavgata Antalyayê di çarçoveya kampanya “Nan û Edaletê” de bi saziyên sivîl re civiya. Di civîna ku li Navenda Çandê ya Ataturkê hat lidarxistin de parlamenterê DEM Partiyê yê Antalyayê Sarûhan Olûç, Hevserokên DEM Partiyê yên Antalyayê, xebatkarên turîzmê, înşaet û çandiniyê û gelek kedkar jî amade bûn.   CIHEKARIYA HERÊMÎ HATE DESTNÎŞANKIRIN     Hatîmogûllari ya li vir axivî, diyar kir ku krîza aboriyê ya ku Tirkiye di nav de qasî ku nikare were pênasekirin kûr e û wiha got: “Berê me digot ‘kêr gihiştiye hestî’ niha ji hestî derbas bûye. Niha li Tirkiyeyê nêzî 50 milyonan mirov di sînorê xizanî û birçîtiyê de ne. Em ê ji bo têkoşîna nan û edaletê di rêyan de bin û bi karkeran, kedkaran, kesên keda wan tê xwarin heta ku wekhevî û edalet pêk were em ê têkoşînê bidomînin. Ev xebat dê bi piştgiriya kedkaran, karkeran û gelê me mezin bibe. Ev ne karekî ku partiyeke siyasî bi tena serê xwe pêk bîne ye. Tûrîzm ji bo Antalyayê sektoreke gelekî girîng e. Em hemû vê dizanin. Divê li Tirkiyeyê polîtîkayeke navendî ya wisa were diyarkirin ku em bi çand, bawerî, tenduristî, spor, zozan, germav û mîhrîcanan sektora tûrîzmê belavî 12 mehan bikin. Îro ji Tirkiyeyê gelek mirov li Kurdistanê ne geriyane, ne dîtine. Çima? Ji bo ku li vî welatî cihekariyeke herêmî tê kirin. Em vê li erdnîgariya Kurdistanê dibînin. Îro, colemêrgiyek dikare li Antalyayê biçe betlaneyê. Divê yekî antalyayî jî bi armanca tûrîzmê bikare biçe Colemêrgê, Wanê. Ji ber vê yekê di warê tûrîzmê de pêdiviya welat bi aştiyê heye. Ji aliyê pêşvebirina tûrîzmê ve jî divê cihekariya di navbera gel û herêman ji binî bê rakirin.”   MEZINBÛNA ABORIYÊ    Hatîmogûllari ya destnîşan kir ku sektora ku demên dawî de herî zêde tê îstîhdamkirin sektora înşaetê ye, bi lêv kir ku mezinbûna aboriyê bi temamî li ser sektora înşaetê pêş ve diçe û wiha berdewam kir. “Ekonomîst ji vê yekê re dibêjin mezinbûna hormonî. Li cihekî ku hilberîn lê nebe mezinbûneke aboriyê ya rast jî pêk nayê. Li vir çeteyên 5’an û fîrmayên taşeron ên nêzî wan qezenc kirin. Dema ew pereyekî zêde qezenc dikin xwişk û birayên me yên hilberînê dikin jî 7 qet kûrahiyê di nav xizaniyê de ne. Bi taybetî di sektora înşaetê û baskên kar ên girêdayî wê her meh bi ser 30’an xwişk û birayên me yên kedkar di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin. Çima? Dewlemend û patronên ewqas pere qezenc dikin di nava pêkanîneke ku ewlehiya kar û tenduristiya karkeran tune dihesibînin de ne. Divê girîngiyê bidin ewlehiya kar û tenduristiya karkeran. Me weke DEM Partiyê têkildarî vê yekê gelek teklîfên qanûnê dan lê ev tê ra nake. Ji bo vê pêdiviya me bi têkoşîneke fîlî heye. Bila xwişk û birayên me yên karker rêxistinkirinên di sendîkayên xwe de mezin bikin. Di vê mijarê de em weke DEM Partiyê rêxistinkirina sendîkal jî di nav de ji bo gelên xwe li qadan têdikoşin û em ê her tim bi we re di nava piştevaniyê de bin.”   DESTNÎŞANKIRINA ÇANDINIYÊ     Hatîmogûllari ya diyar kir ku Tirkiye welatekî ku senayiya wê pêşneketiye ye, anî ziman ku sektora çandiniyê çavkaniya bingehîn a debarê ye û wiha domand: “Vê desthilatê çavkaniya debarê ya civakê, ya 85 milyon welatiyan ji holê rakir. Ev desthilata ku ji xwe re dibêje ‘xwemalî û netewî’ genim jî ji Ûkraynayê û Rûsyayê îthal kir. Di pêvajoya şer zêde bû de kartol ji Sûriyeyê îthal kir. Ev desthilat ji destpêkê ve projeya sermayeya kurewî bû. Ev qaşo welatperwer in. Em ji wan re dibêjin ‘Dê herin ji wir.’ Ev dijminên herî mezin ên vî welatî ne. Dema me weke DEM Partiyê welat bi rê ve bir, karê ewil dê bibe guhertinên di polîtîkaya çandiniyê de. Divê ewilî niha bi awayekî lezgîn ji cotkaran re piştgirî û teşwîq bên dayîn. Divê mazot, ceyran, ava avdanê bên pêşwazîkirin û ev hemû ji aliyê dewletê ve bên sîgortekirin. Hûn neçarin ku çandiniyê bi pêş ve bibin. Heke hebe erdê xezîneyê, hûn neçarin ji çandiniyê re vekin.”   ‘GIRTÎGEH VEGUHERÎNE ÎŞKENCEXANEYAN’     Hatîmogûllari, diyar kir ku weke DEM Partiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê û Kurdistanê dê têkoşîna xwe bidomînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke îro qala bêedaletiyê bê kirin, di serî de girtîgeh tên. Îro tecrîd bi awayekî herî giran berdewam dike. Mirov ji ber fikrên xwe, ji ber gotinên xwe yên di çarçoveya azadiya fikrê de gotina di girtîgehê de ne. Îro girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan. Tecrîda li Îmraliyê hêj berdewam dike. Em ê dest ji daxwaza xwe ya edaletê û israra xwe ya pirsgirêka kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê bi rêbazên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin bernadin. Mafe ku mirov zimanê xwe yê dayikê bi awayekî azad li her derê biaxive. Em ê feraseta ku îro mudaxileyî daweta kurdan jî dike qebûl nekin. Em ê li dijî vê bêedaletiyê, têkoşîna edaletê bidin, zimanê xwe bi awayekî azad li her derê biaxivin, cilên xwe yên kevneşopî li her derê bi awayekî azad li xwe bikin û li gerandina dawetê ya li dawetên xwe bidomînin. Dê vê yekê ne binçavkirinên Erdogan, ne fermanên ku Wezîrê Karên Hundir dane naguherîne. Ma me heta îro kêm girtîgeh dîtin? Me heta îro kêm îşkence dîtin? Me heta îro kêm tehcîr dîtin? Ev hemû gelên me yên li erdnîgariya Kurdistanê dijîn jiyan. Paş ve gav hate avêtin? Qet nehate avêtin. Niha jî bi paş ve gav nayê avêtin. Em ê di van hevdîtinên xwe de ji aliyekî van pirsgirêkan tespît bikin, li aliyê din jî we guhdar bikin. Ji bo guhdarîkirina we, tespîtkirina pirsgirêkan li cih û li ser projeyên xwe yên çareseriyê em ê van civînan dewam bikin û di heman demê de bi hev re bi xurtî têbikoşin ku ev yek veguhere destkeftiyan.”   Hatîmogûllari piştî axaftinê li dîwana hate danîn daxwaz û pirsgirêkên kedkaran guhdar kir.