Bazo Yilmaz ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn 2024-08-18 13:18:19   RIHA - Girtiyê nexweş Bazo Yilmaz ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû, di salvegera mirina xwe de hate bîranîn. Axaftinên di bîranînê hatine kirin de soza xurtkirina têkoşîna Yilmaz hate dayîn.   Girtiyê nexweş ê giran Bazo Yilmaz (67) di 18’ê tebaxa 2022’yan de dema di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T ya Rihayê dihat ragirtin, jiyana xwe ji dest da.    Yilmaz di salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya di Goristana Esrî ya Yukari Goklu ya gundê Gogana girêdayî navçeya Xelfetiya Rihayê de, hate bîranîn.  Tevî malbata Ylmaz, hevşaredarên Xelfetiyê û gelek kes tev li bîranînê bûn. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û kesên hatine birîranînê qurnefîl danîn ser gora Yilmaz. Di bîranînê de berdevkê Hewldana 78’an ê Rihayê Mehmet Vûral axivî û wiha got: “Bazo Yilmaz şehîdekî demokrasiyê ye.”      ‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’   Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan jî jî destnîşan kir ku Bazo Yilmaz emrê xwe fedayî têkoşînê kir û ev tişt gotin: “Hevalê Bazo neçar ma ku derkeve derveyî welat û û ji bo gelê xwe, bi xizmetekî wate û girîng vegeriya. Xwedî li axa xwe derket. Bû şaredarê Gokluyê, xizmeta gelê xwe kir. Ji bo hemû gokluyiyan xizmetên girîng kirin. Piştî şaredariya wî xelas, neçû li malê rûnenişt. Ji bo mirovên li vî welatî di nav heq û hiqûqê de bijîn têkoşiya. Em jî dê têkoşîna wî bidomînin. Rêhevalê Bazo ji ber neyê dermankirin, nehate berdan. Tu cihê vê yekê di hiqûq û wijdanê de nîn e. Lewma rêhevalê me yê Bazo hate qetilkirin. Em bi ser gora wî soz didin; Em ê demokrasiya ku Bazo xeyala wê dikir bînin. Em ê ji bo girtiyên nexweş di girtîgehê de nemirin, dê têkoşînê jî xurt bikin.”    Kesên tev li bîranînê bûne piştre serdana malbata Yilmaz kirin.