Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî hat veşartin: Emrê xwe fedayî gelê xwe kir 2024-08-18 11:46:42   AMED - Cenazeyê rewşenbîrê kurd Dr. Tarik Ziya Ekîncî li Amedê hat veşartin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di merasîma cenaze de axivî û got: “Kekê Tarik mezinek bû û emrê xwe da têkoşîna mafên kurdan. Ew rismek û kurteyek meseleya kurd e.”    Rewşenbîr û siyasetmedarê kurd Dr. Tarik Ziya Ekîncî roja 15’ê tebaxê li Stenbolê koça dawî kiribû. Cenazeyê Ekîncî îro gihîşt Amedê û ji bo wî li Mizgefta Şehîtlîkê ya li Semta Şehîtlika Amedê merasîm hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, hevjîna Ekîncî, Perîxan Ekîncî, birayên wî EmÂin û Tahîr Ekîncî, ferdên malbatê, hezkirî û dostên wî, parlamenter, hevşaredar, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî û gelek kes tev li merasîma cenaze bûn.    Piştî nimêja cenaze hat kirin, ji mizgeftê hat hilgirtin û birin cihê gorê ya li Goristana Şehîtlîkê.    BAKIRHAN: QET DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDA   Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di merasîmê de axivî û diyar kir ku ew di şexsê malbata Ekîncî de ji gelê kurd re sersaxiyê dixwaze. Bakirhan destnîşan kir ku Tarik Ziya Ekîncî emre xwe da têkoşîna mafên kurdan û got: “Kekê Tarik rismek û kurteya meseleya kurd e. Xwedî li doza xwe derket. Her tim dixwest ku meseleya kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Wî jî wek her kurdekî bi rûmet, îşkence dît û têkoşiya. Bi halê xwe yê nexweş di nav nivînan de jî li Newroza Amedê temaşe kiriye û bandora heybetiya pîrozbahiyê li ser wî kiriye. Em behsa kesayetek wisa dikin ku kekê Tarik e. Hat îşkencekirin, wî xistin hepsan û sirgûn kirin. Ji malbat û zarokên xwe dûr ma. Lê belê qet dest ji têkoşîna xwe berneda. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd rêya xwe berdewam kir. Mîrasek mezin ji me re hişt. Em jî soz didin wî; heta ku pirsgirêka kurd a ku te di ber de bedel da bi rêyên demokratîk were çareserkirin, wê ev ala rûmetê bilind be. Em ê xwedî li têkoşîn û xwestekên te derkevin.”    BOZYEL: STÊRKEK SED SALÎ XURICÎ   Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî axivî û got: “Eew nivîskar, rewşenbîrek kurd bû. Stêrkek sed salî ji nav me xurîcî. Tarik Ziya Ekîncî şahidê dîroka gelê kurd a sed salên dawî ye.”    TANRIKULU: DÎROKA BIRYARDARIYÊ    Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî wiha got: “Kekê Tarik, bîr û biryardariya sed salî ya dîroka me bû. Ji bo mafên gelê xwe têkoşîna wekhevî, edalet û demokrasiyê da. Zanîn û ilmê xwe bi her kesî re parve kir.”    Serokê Odeya Tabîban a Amedê yê berê Veysî Ulgen jî axivî û got: “Heke îro em dikaribin daxwaza tenduristiya bi zimanê dayika xwe bikin û ev di rojevê de be; ev bi saya serê Tarik Ekîncî û rewşenbîrên wek wî bû.”   Cenaze hat veşartin û malbata Ekîncî spasiya beşdarên merasîmê kirin.    Cihê hewariyê ango şînê li Mala Şînê ya Licêyiyan e.