Gelê Avkevirê: Me raya xwe daye DEM Partiyê 2024-08-18 09:06:09   AGIRÎ - Welatiyên ku bertek nîşanî Hevşaredarê Avkevirê Mehmet Alî Bûdak ê ji DEM Partiyê îstifa kir dan, anîn ziman ku wan raya xwe daye DEM Partiyê û xwestin Bûdak demildest îstifa bike.    Mehmet Alî Budak ku di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de li navçeya Avkevirê ya Agiriyê (Taşliçay) ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatibû hilbijartin, di 9'ê Tebaxê de îstifa kiribû. DEM Partiyê der barê îstifaya Budak de daxuyanî dabû û gotibû, "Gelê Avkevirê wê Mehmet Alî Budak weke xayîn û tirsonek bi bîr bîne. Tenê hêviya gel ji wî ew e ku ji şaredariyê îstifa bike."    Welatiyên Avkevirê bertek nîşanî Bûdak dan û diyar kirin ku Bûdak wan temsîl nake û jê xwestin ku demildest îstifa bike.   ‘DIVÊ BÛDAK DEMILDEST ÎSTIFA BIKE'   Ji welatiyan Halîl Aladag diyar kir ku Bûdak îftira li DEM Partiyê kiriye û diyar kir ku ew Budak wekî îrade nabînin û divê demildest îstifa bike. Aladag da zanîn ku gotinên Budak ên beriya hilbijartinê û pratîka wî ya niha li hev nakin û wiha got: “Di daxuyaniya xwe ya îstifayê de, qaşo gef lê hatiye xwarin. Ev hemû bêbextî ne. Tenê ji bo berjewendiyên xwe lîstikan çêdike. Budak di dema hilbijartinê de hat mala min û got ku ew ê ji bo van kesan bixebitin û divê her kesê xwedî wijdan vê hesasiyetê nîşan bide. Îro jî wî DEM Partiyê, partiya gel ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî. Bûdak wê weke xayîn û tirsonek bikeve dîrokê. Îro ji bo rê li ber Partiya DEM'ê bigire, buxtanan dike. Bûdak dibêje, 'Pergala hevserokatiyê li min ferz kirin.' Budak prensîbên vê partiyê dizane. Ji ber ku nehatiye hesabê wî, van tiştan înkar dike. Di nava sozên wî yên hilbijartinê de pergala hevserokatiyê jî heye. Ev hemû derew in. Em gelê Avkevirê Bûdak wekî îrade û nûnerê xwe nabînin. Eger rûmeta wî hebe wê  demildest îstifa bike."   Welatiyê bi navê Serkan Tekgul jî diyar kir ku Budak piştî îstifakirina xwe ji ber şîroveyên li ser medyaya dîjîtal telefonî wî kiriye û gef lê xwariye, wiha got: “Budak di pêvajoya namzetiyê û hilbijartinê de xwe wekî welatparêzek da nasîn. Birayê Bûdak, Ahmet Budak niha ji ber siyasetê di girtîgehê de ye û nêzî 80 sal ceza lê hatiye birîn. Dîsa hin xizmên wî ji ber siyasetê li sirgûnê ne. Dixwest bi bikaranîna vê rewşê milet bixapîne. Di pêvajoya hilbijartinê de ji raya giştî re eşkere nekir ku ew kesayetek çawa ye. Piştî ku bû şaredar dest bi buxtanan kir û bi kuştinê gef li hevşaredar Cemîle Dumanê xwar. Wekî ku Navenda Giştî ya DEM Partiyê jî ragihand, Bûdak 'tirsonek û xayin e'. Sedema ku em vê dibêjin ew e ku ew bi kirina siyaseta alayê daxuyaniyên ku siyaseta demokratîk a DEM Partiyê îllegalîze dike. Piştî îstîfaya xwe ji hejmareke taybet telefonî min kir û ji ber rexneyên ku min li ser medyaya dîjîtal li wî kirin, gef li min xwarin. Ew bi xwe van gefan naxwe. Şêwirmendên Budak ên di nava dewletê de, vê dikin. Bûdak tirsonek e, xayin e û wek gelê Avkevirê em kesekî wiha nas nakin. Heta ji destê me bê em ê vê xiyanetê eşkere bikin."   ‘MIN RAYA XWE NED ABÛDAK, MIN DA DEM PARTIYÊ'   Seher Dûman jî anî ziman ku ew Budak wekî şaredar nabînin û got ku wê dengê xwe nedaye Bûdak, daye DEM Partiyê. Dûman got: “Berî her tiştî me dengê xwe da wî ji ber ku ew namzetê DEM Partiyê bû. Ez 22 salî me û min cara yekem deng da. Min dengê xwe yê yekem da DEM Partiyê. Ger rûmeta wî hebûya dê ji şaredariyê îstifa bikira. Em ê xiyaneta Budak tu carî qebûl nekin. Bûdak ne şaredarê vî gelî ye. Eger hûn bi awayekî serbixwe bibin şaredar, çima we ev partî bi kar anî û hûn hatin ser wê kursiyê?"    Welatiyê bi navê Seyfettîn Kizilkaya jî wiha got: “Mafê Budak nîne bi vîna gel bilîze. Diviyabû wî pratîkeke wiha nîşan nedana. Me dengê xwe da DEM Partiyê."