Li Amedê 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin tehliyekirin 2024-08-16 16:34:49     AMED - Li Amedê 3 kesên ku êrişî du kafeyan kiribûn, hatin berdan.    Li taxa Camî Kebîr a navçeya Sûra Amedê di 12’ê tîrmehê de sê kesan êrişî kafeyên bi navê Karga û Hewş kiribûn. Êriş bi bombeyên deng û çekan hatibû kirin. Piştî êrişê hêrsa li dijî êrişkaran zêde bû û her sê êrişkar jî hatibûn girtin.   Hat zanîn ku piştî lêpirsîna li ser girtina her sê kesên girtî hatiye kirin, duh ji girtîgehê hatine berdan.