Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan 2024-08-16 15:30:37 MÊRDÎN - Li Mêrdînê kesên di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.  Li navçeyên Artûklû, Qoser, Nisêbîn û Şemrexê duh di serdegirtinên malan de 14 kes hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku welatî ji ber parvekirinên li ser medya dîjîtal hatine binçavkirin û piştî îfade dane midûriyeta polîsan hatine berdan.