Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî dê li Amedê were vaşartin 2024-08-16 10:43:35 STENBOL - Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî yê jiyana xwe ji dest daye, dê piştî merasîma cenazeyê ya sibê, di 18’ê tebaxê de li Amedê were veşartin.   Rewşenîrê kurd Dr. Tarik Ziya Ekîncî yê emrê xwe di têkoşîna azadî, demokrasî û wekheviyê de derbas kiriye duh serê sibê, di mala xwa Stenbolê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Ekîncî dê sibê li Mizgefta Şakîrîn a li Uskudarê merasîma cenaze were lidarxistin û piştre dê ber bi Amedê ve were oxirkirin. Hat zanîn ku dê cenazeyê Ekîncî bi ser wasiyeta wî, di 18’ê tebaxê li bajarê xwe Amedê li Goristina Şehîtlîkê  were veşartin.