Xwediyê daweta ku polîsan avêt ser: Nikarin me bêdeng bikin 2024-08-16 09:26:25 STENBOL - Li Esenyûrtê polîsan avêtibû ser dawetekê. Xwediyê dawetê Tahsîn Kirçak anî ziman ku careke din jî heman tişt hatiye serê wan û got: "Ger careke din çêbibe em ê dîsa bikin. Çimkî em mafdar in. Em xwe bêdeng nakin."  Polîsan di 10'ê Tebaxê de li Esenyûrt a Stenbolê avêtin ser dawetekê û xwediyê dawetê û muzîkjen jî di nav de 9 kes binçav kirin. 5 kesên hatin binçavkirin piştî îfadeya li Qereqola Kiraçê hatin berdan, 3 kesên din jî piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan û û muzîkjen S.O. jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Xwediyê dawetê Tahsîn Karçik û muzîkjen Hozan Mûcahît ên di serdegirtinê de hatin binçavkirin, behsa bûyerê kirin.    BERÊ JÎ AVÊTINE SER DAWETA WAN   Xwediyê dawetê Tahsîn Karçik, diyar kir ku polîsên bi cil û bergên sivîl dîmenên dawetê kişandine û paşê hatine ser dikê û mudaxeleyî muzîkjenan kirine. Karçik got: "Polîsan ji hunermend re gotin, 'Em ê tenê GBT'ê bikin.' Piştre polîsan bi bêtêla di destê xwe de bang kir û tax hat dorpêçkirin. Dema me pirsî, 'Çima hûn vê dikin?' Gotin, milet nerihet dibe, ev qas mirov ji bo çi tên vir?'"   Karçik diyar kir ku hin kesan bertek nîşanî helwesta polîsan daye û ji ber vê 9 kes bi awayekî ji paş de hatine kelemçekirin û got: "Di Hezîrana 2023'yan de jî polîsan bi ser daweta me de girt. Wê demê nêzî 10 kes birin. Hatin em birin. Piştî fermana Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû em birin. Bi daxwaza girtinê em sewqî dadgehê kirin. Bêyî delîlek hebe em girtin. Em belesebeb 100 rojî di girtîgehê de man."    ‘EV GEL NE GELÊ BERÊ YE'   Karçik ku bûyerê wekî "netehemmulkirina li hemberî çanda kurdî" nirxand wiha got: "Wan qelebalixiya dwwetê tehemul nekir. Hatina cem hev a ev qas kurdan hezm nekirin. Li Mêrsîn, Êlih û gelek deverên din ciwanên govend gerandin girtin. Wek ku siyaseta tirsandina gelê kurd tê meşandin. Em heta niha hebûn û dê ji niha û pê d ejî hebin. Em ê her tim li hemberî kesên ku dixwazin zimanê me û çanda me qedexe bikin hebin."    Hozan Mucahit (Mûcahit Tûcî) diyar kir ku bi salan e di dawetên kurdan de derdikeve ser dikê û diyar kir ku binçavkirina wan a ji ber stranên kurdî nayê qebûlkirin. Mucahît got: "Em birin midûriyeta polîsan. Her wiha zarokekî ku ne merivê xwediyê dawetê bû û tenê ji bo muzîkê hatibû wir, binçav kirin û birin midûriyeta polîsan. Beriya ku parêzerên me bên midûriyeta polîsan  hewl dan kaxezekê bi me bidin îmzekirin. Me jî got heya em nexwînin em îmze nakin. Piştî me xwend jî me îmze nekir."    Mucahît bi bîr xist ku piştî îfadeyên wan ên li midûriyeta polîsan tenê muzîkjen sewqî dozgeriyê hatine kirin û got ku bi vî awayî tê xwestin ku hunermendên kurd bêdeng bikin. Mucahît wiha got: "Lê em ê hunera xwe bi zimanê xwe û çanda xwe bikin. Em ê tim stranên xwe bibêjin."    MA / Îbrahîm Irmak