ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-12 09:00:09 * Rêveberiya Girtîgeha Şirnexê axaftina bi kurdî ya li ser telefonê li malbat û girtiyan qedexe kir. Ji Komîsyona Girtîgehan a Baroya Şirnexê parêzer Fadil Tay bertek nîşan da û got: “Sepaneke dermirovî ye û îşkence ye.” * Parêzer Ahmet Atiş da zanîn ku ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe re çû Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê lê ji ber ku li dijî lêgerînê derketiye, nehiştine hevdîtinê bike. Atiş, got ku ev sepan binpêkirina hiqûqê ye.   * Parêzerên ku tev li mitînga li dijî projeya madenê ya li Zozanê Hesandînê hatiye lidarxistin bûn wiha gotin: “Dê piştgiriya me ya bi gel re bidome. Bo xwe xeyalan çênekin, ev hêj destpêk e.”    * Di çalakiya 700’emîn a Dayikên Şemiyê de destê Aydin Aydogan hatibû şikandin. Aydogan, derheqê Suleyman Soylu de ku çalakî qedexe kiribû, serî li TÎHEK’ê da lê hate redkirin. Aydogan got: “Dosyaya amade heye. Dikare biçe îfaeyê bide.”    * Cotkarên Îdirî diyar kirin ku ji ber lêçûnên zêde êdî nikarin zebeş û petîx biçînin û wiha wiha gotin: “Li nav zeviyê kîloya wan bi 2 TL’an ji me dikirin lê li marketan bi 10-15 TL’an difiroşin. Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin.”    * Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Agiriyê dê têkildarî îstîfaya Şaredarê Avkevirê Mehmet Alî Budak a ji partiyê, li Avkevirê daxuyaniyê bidin. (11.00)    * TJA û Meclisa Jinan a DBP’ê têkildarî gefên li êzidiyên di kampên PDK’ê de tên ragirtin tên xwarin, dê li komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê daxuyaniyê bidin. (12.00) ZINDÎ   * Di çarçoveya kampanyaya “Deng bide azadiyê” de dê li Edene, Mêrsîn, Amed, Êlih û Îzmîrê çalakiyên rûniştinê bên lidarxstin. (14.00-16.30)   * “Şahiya fînalê ya” Tûrnûvaya Gulistan Doku ku ji hêla Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ve tê lidarxistin, dê li Sehaya Fûtbolê ya Uefayê ya li Taxa Karşiyaka ya Wanê bi beşdariya hunermend Kadîr Çat bê lidarxistin. (18.00)   * Çalakiya nobetê ya ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê daye destpêkirin dê li Qada Şîşhaneyê ya Beyoglûyê bê domandin. Dê li Îzmîrê jî daxuyanî were dayin. (18.30 - 22.00)