Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘24 saet bû 40 sal’ derket 2024-08-12 08:43:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 243’yan a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “24 saet bû 40 sal” derket. Rojnameyê di vê hejmarê de bal kişand ser salvegera 15’ê Tebaxê û têkoşîna 40 salan a tevgera azadiyê.    Hejmara 243’yan a Rojnameya Xwebûn derket. Rojname, bi manşeta “24 saet bû 40 sal” derket û bal kişand ser 40’emîn salvegera 15’ê Tebaxê. Rojnameyê destnîşan kir ku 40 sal in dewleta tirk li dijî PKK’ê hemû rêbazên şer û teknîka şer bikar tîne lê tevgera azadiyê sal bi sal mezin dibe, xwe bi rêxistin dike û pêşengiya azadiya Kurdistanê dike.    Rojnameyê di surmanşetê de jî bi sernavê kirmanckî yê “Xoverdayoxêko Farqînij: Egîd” cih da têkoşîna Egîd.    Rojnameyê di rûpela Jin de jî bi sernavê “Girîngiya zimanê dayikê” cih da nivîsa nivîskar Nalîn Aslan. Nalîn Aslan li ser rol û rista zimanê zikmakî û fêrbûna zarokan a zimanê dayikê radiweste.    Rojnameyê di rûpelê jinê de jî cih da nûçeya der barê qetilkirina jinan a li Îranê û têkoşîna jinan.