Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê bi coş dawî bû 2024-08-11 23:59:26 XARPÊT - 1’emîn Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê bi tevlibûna hezaran kesan û konserekî bi coş dawî bû.   Mîrîcan bi konsera li Bahçelîevler Halk Bahçesî û tev li buna hezaran kesan dom kir. Di roja duyemîn de bi danasîna cil û bergên herêmî ya Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) û Lewendî amede kiriye berdewam kir. Dema cil û berg hatin nasandin, gelek kes dirûşm berz kirin û çepik lêxistin. Piştî danasîna cilan Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş axaftinek kir.    ARMANCA ÊRIŞAN     Daniş Beştaş bal kişand ser êrişên li dijî kurdan û wiha got: “Tu kes dê nikare bi ser gelê me komkujiyên nû bide meşandin. Ev sed sal in bênavber polîtiîkayên asîmîlasyon û tunekirinê ser gelê kurd tê meşandin. Ziman qedexe kirin, cezayên pereyan li kesên ku kurdî axaftine birîn û kurdan li çar aliyê welat re sirgûn kirin. Ji Dersimê heya Koçgiriyê ji Robaskiyê heya Pirsûsê komkujî qet bi dawî nebûn.”    WELATÊ MAZLÛMAN    Beştaş anî ziman ku armanca êrişanb tunekirian gel û çanda gelê kurd e û wiha dom kir: “Em li hemberî van hemûyan rast disekinin, bi stran, ziman û govendên xwe li ber xwe didin. Em û gelên Tirkiyeyê yên bi me re têdikoşin dê demokrasiyê bînin. Bila gumanên tu kesî nebe. Em li Depê ne li welatê Mazlûman in. Hêj jî pêt ji agirê ku Mazlûman vêxistiye bilid dibe. Îro navê Kenan Evrenan nîn e lê belê navê Mazlûman li her derê olan dide. Şerm a wan e, şanazî ya me ye. Em nûnerên gelekî ku ji dil demokrasiyê dixwazin in û dê ji bo yekê jî têbikoşin.”    Piştî axaftinan hunermend Baran Bozyel, Jinên Kayy-Derê, Sîpan Xelat û Koma hevra bi stranên xwe yên ji hev xweştir girseyê bi coş kirin. 1’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê, bi gotina stranan û gerandina govendan bi dawî bû.