Amedspor ji deplasmanê bi yek puanê ve vegeriya 2024-08-11 23:17:31 STENBOL - Amedspor a di Liga 1’emîn a TFF’ê de bi remza “gurê boz” êrişa nijadperest lê hatiye kirin, ji maça deplasmanê bi yek puanê ve vegeriya.    Tîma Amedsporê ya di Lîga 1’emîn de têdikoşe, di maça xwe ya yekem de li Stenbolê bi Karagumrukê re hat hemberî hev. Beriya ku maç were lîstin gelek alîgirên Amedsporê hatin binçavkirin, dest danîn ser formayên wan û wan negirtin sehayê. Dema sirûda îstîklalê hate xwendin alîgirên Karagumrukê bi destên xwe remza “gurê boz” bilind kirin.    Maça di saet 19.15’an de li Stadyûma Olîmpiyatê ya Ataturk a Stenbolê hatiye lîstîn bi listina kontrol a herdu tîman dom kir. Di dewreya ewil a maçê de tu go nehatin avêtin. Herdu tîm du dewreya duyem de jî tu gol neavêtine hev. Amedspor bi vê encamê ji deplasmanê bi yek pûanê vegeriya.    Amedspor dê hefteya pêşiya me di sehaya xwe de bi Stenbolsporê re bilîze