Zaroka ketiye golê jiyana xwe ji dest da 2024-08-11 22:58:05   AMED - Zaroka 16 salî Havîn Taş a ji bo xwe hênik bike ketiye Gola Bendava Dîcleyê jiyana xwe ji dest dan.    Zaroka 16 salî Havîn Taş a bi hevalên xwe re ji bo geştê çûye Gola Bendava Dîcleyê ya li navçeya Gêlê û ketiye avê fetisî. Welatiyên hatine li cihê bûyerê Taşê ji avê derxistin û bang li tîmên tenduristiyê û polîsan kirin. Taş piştî mudaxileya ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gêlê û li wir jiyana xwe ji dest da.   Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.