Ji KCD'ê hişyariya PDK'ê: Em ê destûr nedin hûn êzidiyan qurbanî berjewendiyên xwe bikin 2024-08-11 19:09:14   AMED - KCD'ê di daxuyaniya xwe ya bi ser gefên li dijî êziyan de PDK'ê hişyar kir û got: “Em ê destûr nedin hûn êzdiyan qûrbanî berjewendiyên xwe bikin.”    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî êzdiyên di kampên PDK’ê de gef li wan tê xwarin û neçarê revînê dibin, daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniya hatiye dayîn de wiha hat gotin: “Bêdengî hevkariya komkujiyê ye .”    ÊRIŞA SER STATUYA ŞENGALÊ   Daxuyaniya KCD’ê wiha ye: “Civaka êzidî ya ku 73 caran bi fermanen re rû bi rû ma li ber çavên Dinyayê 73 caran hate qetilkirin, îro jî heman xetere didome. Piştî ferman 73’an gelek êzidî ji cih û warê xwe bûn, hin ji wan berê xwe dan welatê Ewropa hin ji wan vegeriyan Şengalê, hin ji wan jî di şert û mercên xerab de di kampan dijîn. Li herema Kurdistanê 150 hezar êzidî yê ku di bin zext û zordariya KDP’ê de dijîn, bi hinceta daxuyaniya pêşmergeyê berê Qasim Şeşo bi qirkirinê re rû bi rû ne. KDP’ya ku di fermana 73’an de êzidiyan di nav destê hovên DAİŞ’ê de hêşt û neparast, îro bi tifaqên qirêj êrişî ên ku Civaka Êzidî li dijî hovên DAİŞ’ê parast dike û hewl dide ku Şengalê bê statu bihêle.   HIŞYARIYA PDK’Ê   Em wek KCD’ê, KDP’ê hişyar dikin û dibêjin em ê destur nedin ku hun êzidiyan bikin qûrbana berjewendiyên xwe yên şexsî. Axa kurdistanê li ser KDP’ê tapokirî nîne, KDP li aliyekî axa Kurdistanê pêşkêşî dagirkeran dike, li aliye dinê bi şirikatiya dagirkeran destkeftiyên gelê Kurd dike xetereyê. Dîrok wê rûreşiya KDP’ê ya ku Êzidiyan li dijî DAİŞ’ê neparst û reviya jî binivîse, wê yên ku Civaka Êzidî û rûmeta mirovahiyê parastie jî binivîse lê gelê me wê vê helwesta KDP’ê mehkûm bike.   PDK KURDISTANÊ PÊŞKEŞÎ DAGIRKERAN DIKE   Em wek KCD’ê, KDP’ê hişyar dikin û dibêjin em ê destur nedin ku hun Êzidiyan bikin qûrbana bercewendiyên xwe yên şexsî. Axa kurdistanê li ser KDP’ê tapokirî nîne, KDP li aliyekî axa Kurdistanê pêşkêşî dagirkeran dike, li aliye dinê bi şirikatiya dagirkeran destkeftiyên gelê kurd dike xetereyê. Dîrok wê rûreşiya KDP’ê ya ku Êzidiyan li dijî DAİŞ’ê neparst û reviya jî binivîse, wê yên ku Civaka Êzidî û rûmeta mirovahiyê parastie  jî binivîse lê gelê me wê vê helwesta KDP’ê mehkûm bike.   BÊDENGÎ HEVKARIYA KOMKUJIYÊ YE   Bi vê mebestê em bang li civak û hêzên navneteweyî dikin ku li dijî vê rewşa ku ber bi qetliameke nû ve diçe xwedî helwesteke zelal bin û bêdeng neminin. Bêdengi şirîkatiya qetliamê ye. ji ber bêdengiyê 73 ferman hatin sere Civaka Êzidî bila ya 74’an pêk neyê. Em careke din bang li hemû gelê xwe yê Kurdistanê, partî rêxistin û saziyên sivîl dikin ku li dijî van êrişan din av liv û tevgerê de bin.”