Nexweşê nav cihan dema hate binçavkirin krîza dil derbas kir 2024-08-11 17:29:26 COLEMÊRG - Girtiyê nav cihan Sabrî Mavî piştî ku Dadgeha Bilind cezayê wî erê kir li Geverê hate binçavkirin û Mavî di di kêliya hatiye binçavkirin de krîza dil derbas kir.  Cezayê 8 sal û 9 mehan ê hefsê ji nexweşê nav cihan û 75 salî Suleyman Sabrî Mavî ji hêla Dadgeha Bilind hate qebûlkirin. Li gel vê yekê duh bi şev polîsan li navçeya Gevera Colemêrgê Mavî di malê de binçav kirin. Mavî dema hate binçavkirin krîza dil derbas kir û wî rekirin nexweşxaneyê. Bijîşk ji malbatê ra gotin ku rewşa Mavî giran e.    Mavî heke were ser hemdê xwe û ji nexweşxaneyê were tabûrcîkirin dê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê were kirin.    Hat zanîn ku Mavî astengdarê çav  û guhan e, piraniya lebatên Mavî naxebitin û lewma jî ketiye nav cihan.