Xizmên girtiyan tecrîda li Îmraliyê protesto kirin 2024-08-11 15:37:14   STENBOL - Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin û tecrîda li Îmraliyê protesto kirin.    Xizmên girtiyan û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) bi daxwaza rakirina tecrîdê, azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoy a Stenbolê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de gelek kes tev li bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo aştiya civakî û şikandina tecrîdê deng bide azadiyê” hat hilgirtin.    Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Li dijî tecrîda li girtîgehan em her hefteyê çalakiya 10 deqeyan li dar dixin. Em ê îro jî li dijî tecrîdê çalakiya xwe bikin û heta ku binpêkirinên mafan bi dawî dibin jî em ê çalakiyên xwe bidomînin.”   Xizmên girtiyan çalakiya xwe bi rûniştî domandin. Di çalakiyê de dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Zext nikarin me têk bibin”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Jin, jiyan, azadî” û “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” hatin berzkirin.