Li Manîsayê qeza: 4 kes mirin 2024-08-11 13:43:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Di qezaya trafîkê ya li Manîsayê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.    Ajokarê wesayîta bazirganiyê ya bi plakaya 09 AAB 954’ê ku piştî daweta li Enqereyê vedigeriya Îzmîrê, li Manîsayê li kamyona parkkirî ya bi plakaya 35 ASU 585 da. Di qezayê de 4 welatiyên di wesayîta bazirganiyê de jiyana xwe ji dest dan. 3 welatiyên bi giranî birîndar bûyîn jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Turgutluyê. Hat zanîn ku rewşa birîndaran giran e.