Turk Telekomê ji bo înternetê zem kir 2024-08-11 11:58:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Turk Telekomê ji bo terîfeya înternetê ji sedî 30 zem kir.    Piştî TurkNetê îcar jî Turk Telekomê ji bo terîfeyên înternetan zem kir. Turk Telekomê ji sedî 30 zem li terîfeyên înternetê kir.    Turk Telekomê bihayên nû ragihand û ji bo paketên înternetê lîsteyeke nû weşand. Li gorî lîsteya di malpera webê ya şîrketê de hatiye weşandin, ji bo paketa herî guncav a bi leza 16 Mbps’ê, heqê bi taahhûd weke 579 lîre hate destnîşankirin.    Dema bikarhinêr paketên leza wan zêdetir dixwazin jî wê demê neçar dimînin ku pereyeke pir zêde bidin. Bi taybet jî paketên bi leza 1000 Mbpsê mehane bi hezar û 89 lîreyan e.