Şewata li Salihliyê didome 2024-08-11 11:00:54 MANÎSA - Duh di danê nîvro de li navçeya Salihliyê şewat derket û hêj nehatiye vemirandin.  Duh di danê nîvro de li navçeya Salihli ya Manîsayê li qada daristanê şewat derket û hêj didome. Şewat, li qada daristanê ya li nêzî Taxa Çelîkliyê ji ber sedemeke nediyar derket û hewldanên ji bo vemirandinê didomin. Bi ketina tariyê re xebatên vemirandinê bi helîkopterên bişev dibînin hatin domandin. Ji ber bayê zêde şewat pir zû belav bû. Ji ber şewatê, ketin û derketina gundên Çukuroba û Yenî Pazarê bikontrol tên kirin.    DARISTANÊN BEHRA REŞ JÎ ŞEWITÎN    Li hêla din ji ber şewata li navçeya Şîran a Gumuşhaneyê deketî, qada daristan û gihayî jî şewitî. Li qada daristan û bigiha ya li gundê Seydîbabayê ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Di encama xebata 2 saetan a komên mudaxileyê de agir hat vemirandin û ziyan gihişt 6 hektarên daristanê û 20 hektarên bigîha.    Li navçeya Turhalê ya Tokatê jî ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Ji ber bayê zêde şewat mezin bû lê bi mudaxileyê hate vemirandin. Li herêmê xebatên sarkirinê tên kirin. Hat zanîn ku 8 hektarên daristanê bûn xwelî.