Li Depê konsereke bicoş: Tu hêz nikarin vê têkoşînê têk bibin 2024-08-11 08:50:17 XARPÊT - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di konsera bicoş a Depê de axivî û got: “Tu hêz dê nekarin vê têkoşînê têk bibin.”  Starta 1’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dep a Xarpêtê duh hate dayin. Di roja ewil a mîhrîcanê de li baxçeyê gel konserek hate lidarxistin. Bi hezaran kes tev li konserê bûn. Hevşaredarên Depê Songul Duzgun û Cafer Ogur di adxaftinên xwe de bal kişandin ser êrişên li dijî zimanê kurdî.    MAZLUM DOGAN BI BÎR ANΠ   Piştî Koma Zarokan a KAYY-DER’ê, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî. Bayindir, ji ewil Mazlum Dogan bi bîr anî û wiha got: “Dep, ji bo têkoşîna gelê me xwedî cihekî girîng e. Ev der warê Mazlum Dogan e.”    Bayindir, bertek nîşanî zextên li ser kurdî jî da û wiha got: “Bi vê mîhrîcanê peyama hûn çi dikin bikin lê em ê dîsa xwedîli çand, xak û xwezaya xwe derkevin hatiye dayin. Taqeta îktîdarê ya li hemberî têkoşîna me nema ye. Lewma êrişî zimanê me, çand û xwezaya me dike. Xwezaya Kurdistanê talan dike, daristanan, bajarên me qetil dike. Xelkê Çewlig, Dêrsim, Xarpêt û Depê îro li vir nîşan da ku ew ê talan û dagirkeriyê qebûl nekin. Dê her tim li ber xwe bide.”    Bayindir, dê têkoşîna gelê kurd bi pêşengtiya dayikan, bi pêşengiya jinên kurd ên leheng ên berxwedêr bi ser keve. Bayindir, axaftina xwe wiha qedand: “Zext û zilm heye lê berxwedan jî heye û tu hêz dê nekarin têkoşîna me têk bibin. Ev gel dê bi ser keve.”    Piştî axaftinan jî Koma Sîdeng, Babetna, Mîkaîl Aslan û Diyar 23 derketin ser dikê. Beşdarên mîhrîcanê bi saetan li ber stranên cur bi cur govend gerandin.    Mîhrîcan dê îro bi çalakiyên cur bi cur bidome.