ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2024’AN 2024-08-11 09:00:06   * Kampanyaya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatiye destpêkirin 10 meh li pey xwe hişt. Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut got: “Heta azadiya fîzîkî pêk tê em ê paşgavê neavêjin."    * Rojnameger Cîhan Bîlgîn diyar kir ku Dêrazor cihekî stratejîk e û xwedî çavkaniyên binerd ên dewlemende lewma dibe hedef û wiha got: “Di êrişa tiliya Tirkiye û Rûsyayê heye.”    * Şêniyên navçeya Pasûr a Amedê ku li dijî projeya madenê ya Zozanên Hasandinê di çalakiyê de ne anîn ziman ku ew rê nedin projeya ku dê qadên jiyanê tune bike.    * Girtî Ozan Babayîgît heke emeliyat nebe dê gurçika xwe winda bike. Dayika Babayîgît, Dîrayet Babayîgît wiha got: “Heta ku ev zilme hebe dê rewşa welêt baş nebe.”    * Perwerdekarên ARÎ-DER’ê ku qursên kurdî lê didomin anîn ziman ku li pêşiya ziman xetereya herî mezin otoasîmîlasyon e.    * 1’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dep’ê dê di roja duyemîn de bidome. (10.00-20.00)    * Li Şirnexê dê têkildarî Pinar Bayrak daxuyanî were dayin. (12.00)    * Xizmên girtiyan dê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar bixin. (14.00)   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li eywaneke dawetan a Kocaeliyê bi karkerên tersxane û înşaetê re bê gel hev. (18.00)   * Li Jînartê ya li Basmane ya Îzmîrê dê fîlmê “Kürdistan'da Sis ve Gece (Li Kurdistanê mij û şev)” were pêşandan. (18.00)