Êrişî gundên Minbicê hat kirin 2024-08-10 23:20:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Gundên Minbicê bi çeken giran hatin bombebarankirin.    Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku Tirkiyeyê û komên paramilter ên girêdayî wê bi çekên giran gundê Seyadê topbaran kirine. Hat diyarkirin ku heta niha 12 top li gund ketine.   Di heman demê de hat diyarkirin ku gundên Ceblat El Hemra û Til Tûrîn ên rojavayê kantona Minbicê jî hatine bombekirin.