Sebahat Tuncel: Mesele ne hilbijartin e, hûn ê çi hilbijêrin 2024-08-10 20:11:08 MÊRDÎN - Siyasetmedar Sebahat Tûncelê di hevpeyvîna pirtûka "Jinek di girtîgehê de" axivî û diyar kir ku heta ku deriye Îmraliyê neyê vekirin dê girtîgeh di rojeva gelê kurd de bin.  Li Mêrdînê ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li ser pirtûka "Jinek li girtîgehê" hevpeyvinek li dar xist. Gelek kes beşdarî bernameya li Akademiya Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bûn. Siyasetmedarên jin ên Kurd Sebahat Tuncel, Hulya Alokmen û Sara Kaya wek axaftvan beşdarî vê hevpeyvînê bûn. Hevpeyvîn bi axaftina Berdevka TJA ya Mêrdînê Hatîce Oncu dest pê kir.    'BEŞEK JI TÊKOŞÎNÊ YE'   Sara Kaya ya ku di hevdîtinê de cara ewil axivî û got: “Dema em li girtîgehê têkoşînê didin, em xeyal dikin ku rojekê bi hevalên xwe re bên cem hev. Ev xewna me îro pêk hat. Me zelaltir fêm kir ku girtîgeh jî parçeyek ji wê têkoşînê ye. Ev têkoşîna ku me li girtîgehan da, parçeyek ji têkoşînê bû. Jin bi zanebûn hedef tên girtin û armanca ku jin di girtîgehê bê delîlên şênber bihêlin ew e ku têkoşîna jinan asteng bikin, lê bi têkoşîna jinê destkeftî li destkeftiyan zêde bûne."   Piştre Sebahat Tûncel axivî û got: “Rêya desthilatdarên hemû cîhanê ji bo tepisandina mûxalîfan bi kar tînin, girtina wan e. Ew te tenê bi fizîkî zindan dikin, nikarin ramanên we kontrol bikin. Ger hûn têkoşîna xwe ya demokrasiyê sînordar nekin, nikarin we bixin zindanê. Niha di girtîgehan de bi hezaran hevalên me hene, rojeva sereke ya gelê kurd ev e. Ji ber ku birêz Abdullah Ocalan girtî ye. Heta ku Îmraliyê neyê vekirin dê girtîgeh di rojeva gelê kurd de bin. Ji ber vê yekê mijara girtîbûnê têgeheke civakî ye. Têkoşîna me bi awayekî cihê xwe dibîne. Li derve ji hundirê girtîgehê zehmetir e. Ji bo malbatan zehmetir e ku bi wê zexta dewletê re rû bi rû bimînin. Jiyan zehmet e, lê berxwedan didome."   Herî dawî Hulya Alokmen bal kişand ser zextên li girtîgehan û got: “Ji me ditirsin ev yek bes e. Hejmara me hindik bû jî, helwest û têkoşîna me têra wan dikir. Dema ku gardiyan an jî bijîşk pirsgirêk çêdibûn dihatin ji me daxwaz dikirin ku em daxwaznameyê binivîsin û digotin 'hûn baş dizanin'. Ev yek ji wan rewşan bû ku bala me kişand. Sedema vê bêçareseriyê ya ji derve tê jiyîn tecrîda Îmraliyê ye. Li şûna ku em her dem gilî bikin, divê em berpirsiyariyê bigirin ser xwe û çareser bikin. Divê em van hemû bedelên ku hatine dayîn li ber çavan bigirin. Rêyek dirêj li pêşiya me ye, bila kes aciz nebe, em vê têkoşînê bi hemû destên xwe hembêz bikin."   Piştî sohbetê pirtûka "Jinek li girtîgehê" hat îmzekirin.