Ji bo girtiyê nexweş Karataş banga berdanê hate kirin 2024-08-10 16:08:45 ÎZMÎR - ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Zekî Karataş û xwest Karataş were berdan.   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê  ji bo balê bikişîne ser rewşa giritiyên nexweş, li pêşiya Sumerbank a Kevin a li Komakê daxuyanî da. Çalakiya ku ketiye hefteya 293’emîn de pankarta “”Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne, nebe şirîkê sûc” hate vekirin. Nûnerên parityên siyasî û rêxistinên saziyên civakî yên sivîl û parastvanên mafên mirovan tev lidaxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Zekî Karataş (69) ê di Girtîgeha Burdurê de tê ragirtin.     ‘DI GIRTÎGEHÊ DE NEXWEŞIYÊN WÎ ZÊDE BÛN’   Rêveberê şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Karataş di 11’ê îlona 2011’an de hatiye girtin û wiha axivî: “Dema di Nexweşxaneya Dînarê ya Afyonê de bû di 25’ê tebaxa 2023’yan de lez û bez anîn Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Bûrdûrê. Hêj jî li wê derê tê ragirtin. Dema di Girtîgeha Dînara Afyonê dihat ragirtin tundî lê hate kirin û ji ber vê tundiyê jî destê wî şikiya. Karataş bi qasî ketiye girtîgehê bi tena serê xwe hatiye ragirtin. Hêj jî tenê tê ragirtin. Karataş ê beriya bikeve girtîgehê bi xwe re nexweşiya hepatît B’yê digerand, dema ji derve bû dihat dermankirin lê belê piştî pêvajoya OHAL’a girtîgehan dest pê kir, ji ber sepanên keyfî yên girtîgehê sewqên wî bi derengî hatin kirin, dermankirina wî bi giranî hate astengkirin. M. Zekî Karataş di girtîgehê de bi nexweşiyên hîper tansiyonê, sedef û şekirê ketiye.”   Çîçek da zanîn ku diviya Karataş di cotmeha 2023’yan de bihata berdan lê belê ji ber Lijneya Îdare û Çavdêriyê poşmantiyê lê ferz kir, berdana wî hate taloqkirin. Çîçek xwest temen û nexweşiyên Karataş berçav werin girtin û demildest were berdan.