Salgin ê piştî 30 salan hat berdan: Em ê bigihîjin armancên xwe 2024-08-10 16:07:53 ŞIRNEX - Bahrî Salgin ê ku 30 sal bûn girtîbû, hat berdan. Salgin da zanîn ku her bedelek ku kurdan daye wê bi têkoşîn û berxwedanê bigihîjin armancên xwe.  Bahrî Salgin ê ev 30 sal bûn girtîbû ji Girtîha Tîpa L a Espiya ya Gîresûnê hate berdan. Salgin di sala 1994’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat binçavkirin. Salgin piştre ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekpareyiya dewletê” hat girtin û cezayê muebedê lê hat birîn. Divê Salgin di 5'ê gulanê de bihaga berdan lê ji ber sê mehan berdana wî taloq kirin, sê meh bi derengî hat berdan.    Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û Newroz Uysal Aslan û rêveberên TUHAD-DER'ê, Dayikên Aşitiyê, aktîvîstên TJA’yê û rêveberên DBP'ê serdana Salgin kirin.    'BEDELDAYÎNA ME DÊ BIGIHÎJIN ARMANCÊN XWE’    Di serdanê de Salgin axivî. Salgin diyar kir ku di encama bedelên ku hatine dayîn de ew ê bigihîjin armancên xwe û wiha got: “Heqîqeta kurd min di van 30 salan de di girtîgehê de dît û fam kir. Seat bi seat, kêlî bi kêlî me rastî dît. Şert û mercên girtîgehan bi qasî hûn dizanîn nîn e. Yê girtî be vê rastiyê bêtir dijî. Ji ber ku her tim bi me didan hîskirin. Lê di encama her rastiyê de bedeldayînek heye. Di encama van bedelan de em xwe li ser pêya digirin. Ev bedelên ku me dane dê me bigihîjîne armancên me. Heke ku tiştekî xwedî bi bingeh be ew tişt rewa ye."    'NÊZÎKATIYA DEWLETÊ DIJMINANE YE'   Piştre parlamenter Newroz Uysal Aslan axivî. Aslan jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: “Ji dîrokê heta niha girtîgeh qadên girîng û weke qadên têkoşînê hatine zanîn. Dewlet bi nêzikatiya xwe ya li ser girtîgehan bi polîtîkayên xwe yên şer, polîtîkayên tecrîdkirinê dixwaze îradeya bajaran, îradeya gelê kurd ji holê rabike. Ev polîtîkayên naborî ji Îmraliyê dest pê dikin. Îro her girtîgeh bûne weke girtîgeha Îmraliyê. Nêzikatiya dewletê ya li dijî girtiyan dijminane ye. Şerê ku roj bi roj girantir dibe, dibe sedemê girankirina tecrîdê. Girtiyên nexweş li ber mirinê ne lê wan bernadin. Li dijî vê polîtîkayê jî gelê kurd berxwedaneke bêhempa li dar dixe.”