Êrişên hêzên hikumeta Şamê li dijî Dêrazorê didomin 2024-08-10 10:10:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Çekdarên "Dîfa Watanî" yên bi ser hikumeta Şamê ve careke din êrişî rojhilatê kantona Dêrazorê kirin. Çekdarên "Dîfa Watanî" yên bi ser hikumeta Şamê ve careke din bi çekên giran rojhilatê kantona Dêrazorê topbaran kirin.   Li gorî nûçeya ANHA'yê; çekdarên Şamê bajaroka Basîra û dora wê ji vê sibê ve topbaran dikin. Hat zanîn ku di êrişê de xesarek mezin li mal û milkê şêniyan bûne.