Asayîşa Êzîdxanê: Ji bo êzidiyan cihê herî bi ewle Şengal e 2024-08-10 10:05:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Asayîşa Êzidxanê ragihand ku bi sedan malbatên Êzidî yên li Dihok û Zaxoyê bi darê zorê hatibûn girtin, piştî provokasyona PDK û derdorên girêdayî wê ji kampan reviyan, xwe gihandin Şengalê û ji aliyê hêzên wan ve hatin pêşwazîkirin. Bi sedan malbatên Êzidî yên ku li kampên Dihok û Zaxoyê bi darê zorê dihatin girtin û nehiştin vegerin Şengalê, ji bo ku xwe ji êrîşan biparêzin, vegeriyan Şengalê.   Asayişa Êzidxanê têkildarî mijarê daxuyanî da û wiha got: “Ji ber PDK 3’yê Tebaxa 2014’an civaka Êzidî neparast û di nava DAIŞ’ê de hişt, bû sedema bihezaran kes ji Şengalê koçê deverên cûda yên Başûrê Kurdistanê bikin û wiha hate gotin: “Bi salane tevî ku gel dixwaze vegere ser cih û warê xwe jî, PDK bi hinceta ku ‘Şengal ne arame’ vegera gel asteng dike.”   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber provakasyona PDK’ê jiyana bihezaran koçberên Êzidî yên li kampên dibin kontrola PDK’ê de ne ketiye metirsiyê û wiha hat gotin; “Em careke din ji gelê xwe re dibêjin, Şengal arame û ewlehiya wê mîsogere. Ji ber provakasyona PDK’ê îro bi sedan malbat kampên Başûr terk kirin û berê xwe dan Şengalê. Ev jî da nîşan ku gel kampên PDK’ê bi ewle nabîne, cihê herî bi ewle dibîne Şengale û herêmên dibin kontrola Rêveberiya Xweser de ye. Vegera gel a îro da nîşan ku îdîayên PDK’ê yên derbarê Şengalê de bêbingehe û bersiva herî rast jî gel da.”   Asayişa Êzidxanê ragihand ew amadene ewlekariya hemû koçberên vedigerin Şengalê bigirin û ev bangawazî kir: “Em amade ne her timî gelê xwe biparêzin. Divê gelê me bizane Şengal arame û parastiye. Em ê her timî parastina gel û civaka xwe bikin. Divê ciwanên me jî li dijî hemû tehdît û xetereyên li ser gelê me asayîşa xwe mezin bikin û xizmetê ji parastina civaka xwere bikin.”