Berdana girtiyê 30 sal in tê ragirtin, 3 meh hate taloqkirin 2024-08-10 09:05:08 AGIRÎ - Girtiyê nexweş Mehmet Kinat ê di Girtîgeha Tîpa L ya Panosê tê ragirtin, tevî ku înfaza xwe temem kiriye, berdana wî bi hinceta “xweşhalî nîn e”  3 meh hate taloqkirin.  Girtiyê nexweş Mehmet Kinat ê ev 30 sal in girtî ye û di Girtîgheha Tîpa L ya Panosê de tê ragirtin, tevî ku înfaza xwe temam kiriye, berdana wî bi hinceta “xweşhalî nîn e” hate taloqkirin. Kinat di sala 1994’an de li Şirnexê hate girtin, piştî bi rojan di bin çavan de hat girtin, derxistin Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê. Kinat bi îdiaya “Yekitî û yekpariya dewletê xerakirinê” bi cezayê muebetê hate cezakirin. Kinat ê 30 sal in tê ragirtin pêvajoya berdana bi şert temam kir û di axaftina telefonê ya bi malbata xwe re anî ziman ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê (ÎGK) bi hinceta “xweşhalî nîn e” bardana wî 3 mehan taloq kiriye.    Lİ gorî agahiyên malbatê parve kiriye nexweşiyên şekir, mîde, çav û fitiqa piştê yên Kinat hene.    Kinat berî niha li girtîgehên Amed, Şirnex, Giresûn, Antep û Mêrdînê hate ragirtin.