Colemêrgî: Ji vê gavê şûn ve divê êdî kurd zimanê xwe pîroztir bibînin 2024-08-10 09:01:31   WAN - Nivîskar û rewşenbîrê kurd Îhsan Colemêrgî ku derbarê rewşa zimanê kurdî de axivî, anî ziman ku zimanê kurdî weke pîrekeviyên Çiyayê Cîloyê dihele û got: “Divê kurd jî weke serdestên li herêmê zimanê xwe pîroz bibînin.”   Êrişên li ser zimanê kurdî ku di van du sedsalên dawî de bi awayekî sîstematîk tê meşandin, berdewam dikin. Ji aliyekî ve bi zimanê kurdî kanalên televîzyonan û beşên kurdî yên zanîngehan tên vekirin û bernameyên kurdî tên çêkirin, ji aliyekî ve jî zextên mezin li ziman dikin û çanda kurdî îlegalîze dikin. Bêtehemûliya li dijî zimanê kurdî di nav serdestan de her ku diçe zêdetir dibe û civak û dewlet di her derfetê de heqaretê li zimanê kurdî dike, jê dibe, tune dihesibîne û qedexe dike. Li dijî vê yekê jî ji bilî çend kesan, civaka kurd û siyaseta kurd bê deng dimîne û xetereya li ser zimanê kurdî girîng nabîne. Govenda kurdan tê îlegalîzekirin, ciwanên kurd ên stranên kurdî dibêjin tên kuştin, binçavkirin û girtin, dawetên kurdan bi girê didin îzna cendirmeyan, lê di xema tu kesî de nîne.   ‘ZIMAN RUKNÊ NETEWEYAN YÊ SEREKE YE’   Nivîskar û rewşenbîrê kurd Îhsan Colemêrgî ku li ser mijara ziman ji ajansa me re axivî, anî ziman ku ziman ruknê neteweyan yê sereke ye. Colemêrgî destnîşan kir ku di pergala kedxwariyê de serdest dixwaze zimanê miletê bindest ji holê rake û da zanîn ku heke zimanê milet ji holê rakir tê wê wateyê ku ew milet bişaftî ye û helandî ye. Colemêrgî diyar kir ku lewma divê miletê bindest berevaniya xwe bi zimanê xwe bike û wiha got: “Mesela dema Kela Tûşbayê dikeve li ser bajarê Ûrartûyan serdarê yekemîn ji ber ku zimanê Ûrartûyan pêş ve neçûye bi zimanê neyarê xwe kîtabeyan dinivîse û dane di nava bircan de. Lê di serdema kûrê wî Menûa de gotine ‘Pêwîste em zimanê xwe xurt bikin, zimanê xwe bikin zimanekî fermî. Heke em wisa nekin em nikarin li hemberî Asûriyan li ser pêyan bimînin’.”   ‘SIYASETMEDARÊN KURD ÊN 20 SALÊN DAWÎ LAWAZ IN’   Colemêrgî di berdewamiya axaftina xwe de bersiva pirsa me ya ‘Divê kurd çi bikin?’ da û çend pêşniyariyên xwe rêz kir. Colemêrgî destnîşan kir ku serdestên li herêmê bi taybetî jî ereb zimanê xwe pîroz dihesibînin û zimanê xwe hem yê vê dinyayê hem jî yê dinyaya din dibîne û dibêje ‘Zimanê axretê jî erebî ye’. Colemêrgî li ser pîroziya zimanê kurdî rawestiya û got: “Heke kurd nebêjin ‘zimanê min jî pîroz e’ zimanê wan pêş nakeve. Ziman, mafekî ji zayînê tê ye, lewma pîroz e. Ez bang li hemû kurdan dikim, siyasetmedaran, rêveberên kurdan dikim; zimanê kurdî bixin pêşiya her tiştî û ji serdestên li herêmê re bêjin, ‘Zimanê min pîroz e, nirxa wê wekî ya zimanê te ye û heta ji ya te zêdetir e’. Divê rêveber û siyasetmedarên kurd helbestan bixwînin, kurdî baş bipeyivin ku xelk bibêje ‘Waye siyasetmedarên me jî helbestên xweş dixwînin, çîrokên xweş, beytên xweş dibêjin, pirtûkên kurdî dixwînin, şîretên kurdî li me dikin’. Heke siyasetmedar vê yekê nekin ziman pêş ve naçe. Min ji dema ev siyasetmedarên kurd ên van 20 salên dawî naskirî, di vê mijarê de lawaz dîtin.”   ZIMANÊ KURDÎ ŞIBAND PÎREKEVIYÊN ÇIYAYÊ CÎLOYÊ   Colemêrgî anî ziman ku miletê kurd miletekî berfireh e û da zanîn ku zimanê kurdan weke daristanê ye. Colemêrgî diyar kir ku daristan di nava guldankê de nayê çandin û divê di nava xwezaya xwe de be. Colemêrgî behsa tişta ku komeleyên kurdan bikaribin bikin kir û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Divê hemû komeleyên kurdan li hemû bajarên Kurdistanê di guldankan de şitilan biçînin ku ew şitil di pêşerojê de ji bo dibistanan amade bin. Hemû desthilatên kurdan, li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava ji netewperweriyê zêdetir ji kursiyên xwe hez dikin. Hemû şerên malbatan dikin, şerên herêmî dikin. Haya wan ji netewperweriya berfireh nîn e. Pêwîst e doza netewî derbikeve pêşiya malbatê û herêmên berteng. Zimanê kurdî li Zagros û Mezopotamyayê zimanê hêrî kevnar e û weke pîrekeviyên Çiyayê Cîloyê ye. Keviyên Çiyayê Cîloyê jî hêdî hêdî dihelin, zimanê kurdî jî dihele û ber bi helînê ve diçe. Li zimanê xwe xwedî derkevin û li her derî bidin axaftin.”   MA / Bazîd Evren