Aram Tîgran bi kilamên xwe hat bibîranîn 2024-08-09 22:45:16   AMED- Hunermend Aram Tîgran di 15'emin salvegera wefata xwe de li Amedê hat bibîranîn.   Hunermendê Ermenî Kurd Aram Tîgran di 15'emîn salvegera wefata xwe de hat bibîranîn. Bernameya bîranê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komeleya Çand û Hûnerê ya Dîcle ve li Mala Dengbêj a navçeya Sûrê hat organîzekirin. Gelek nûnerên saziyan û gel beşdarî bîranînê bûn.   Di bîranînê de Hevserokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Celal Ekîn axivî û got: “Divê xebatên mamoste Aram ji her kesî re bibe mînak. Em bi mînakgirtina wî çand û hunera Kurd mezin bikin.”   Piştre Hevseroka DEM Partî ya Amedê Gulşen Ozer jî got: “Aram Tîgran di evîn, hesret û êşên me de dijî. Em deyndarê wan in.”   Ji rêveberên Weqfa Ermeniyan a Sarp Gragos, Gaffur Ohanyan bi 3 zimanan beşdaran silav kir. Ohanyan bal kişand ser sirgûn, koç û zextên ku li Ermeniyan hatin kirin û got: “Aram Tîgran di tevahiya jiyana xwe de di nava zehmetiyan de jiya. Li Sûriye, Ermenîstan û Amedê zehmetî dît. Aram Tîgran dema awazên xwe digot, ji Kurdekî bi coştir bû, dema bi Ermenî jî digot bi coş bû. Bi hesreta Amedê stranên xwe li Erîvanê digot.”   Piştî axaftinan endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle û perwerdekarên Ma Music Neşet Guçmen stranên Aram Tîgran gotin. Bernameya bîranînê bi gotina strana “Zimanê Kurdî” ya Aram Tîgran bi dawî bû.