Girtî Firat Darî: Em 4-5 mehan li benda sewqa nexweşxaneyê disekinin 2024-08-09 12:21:37   AMED - Firat Darî yê ku li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê girtî ye diyar kir ku ew 4-5 mehan li benda sewqa nexweşxaneyê dimînin.     Firat Darî yê li Girtîgeha Tîpa S a Kavaka Samsûnê tê ragirtin bi di hevdîtina rûbirû ya bi malbata xwe re têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê agahî da malbata xwe. Darî ev agahî dane malbata xwe: “Rojê 2 saetan me derdixin hewadariyê. Destûrê nadin ku em avê bibin hewadariyê. Sewqên me yên ji bo nexweşxaneyê pirr bi derengî dixin. 4-5 meh şûn ve dor tê ser me. Dema dor tê ser me jî di kêliya tedawiyê de destûrê nadin ku leşker ji cem me biçin. Ez di hucreya yek kesî de têm ragirtin. 24 saet gardiyan me dişopînin û tên qawîşan kontrol dikin.”    Malbatê da zanîn ku di dema hevdîtinê de jî ji 5 deqîqeyan carek gardiyan diçûn cem wan û wan tacîz dikirin.