Li Tirkiyeyê 6 milyon û nîv zarok di nava feqîrî û perîşaniyê de dijîn 2024-08-09 11:45:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên OECD’ê li Tirkiyeyê 6 milyon û nîv zarok di nava feqîriya tundewar de ne û ji her pênc zarokan yek nikare xwe bigihîne xurekên xwe têrkirinê.    Li gorî daneyên Rêxistina Hevkariya Aborî û Pêşketinê (OECD), li Tirkiyeyê 6,5 mîlyon zarok di nava feqîriyeke giran de ne ku rasterast ji ber krîza xurek û xwarinê bandorê li wan dike. Ji pênc zarokan yek nikare xwe bigihîne xurekên xwe têrkirinê û ji çar zarokan jî yek birçî diçe dibistanê. Li gorî rapora OECD; Tirkiye yek ji welatên ku herî zêde xizaniya zarokan lê heye ye.    171 HEZAR 895 ZAROK MUHTACÎ ALÎKARIYÊ NE    Li gorî rapora bernameya Piştgiriya Civakî û Aborî ya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, hejmara zarokên ku ji alîkariyên ku ji bo malbatên rewşa wan a aborî nebaş e, sûdê werdigirin gihîşt 172 hezarî. Alîkarî di sala 2012'an de bi 37 hezar û 295 zarokan dest pê kir. Hejmara zarokên ku di sala 2020'an de 129 hezar ji alîkariyê sûd werdigirin, di dawiya sala 2023'an de ev hejmar gihişt 164 hezar û 995'an. Di 6 mehên ewil ên sala 2024'an da ev hejmar derket 171 hezar û 895’an.    Li gorî salan hejmara zarokên ku alîkariyê wergirtine wiha ne:    “2018: 122 hezar û 489, 2019: 129 hezar û 422, 2020: 129 hezar û 422, 2021: 140 hezar û 275, 2022: 157 hezar û 248, 2023: 164 hezar û 995, 2024: 171 hezar û 895 (7 mehên salê).”