HSD: Li Dêrazorê 6 jê zarok 11 kes hatin qetilkirin 2024-08-09 11:17:27   NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê da zanîn ku di êrişa komên girêdayî Şamê ya li dijî Dêrazorê de 6 zarok 11 sivîl hatine qetilkirin.    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrişa komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê ya li dijî Kantona Dêrazorê daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Daxuyaniya HSD’ê wiha ye: “Hêzên rejîmê komkujiyeke din li gundên Cidêde Bagara û Dehle pêk anî. Di encama topbaranê de heta niha 11 sivîl şehîd bûn. Hêzên rejîmê piştî nîva şevê saet di 02.30’an de, ji baregehên xwe yên li gundê El Bû Lêl ê li rojavayê Çemê Firatê bi moşekan her du gund topbaran kirin. Di encama êrişên ku welatî kirin hedef de şehîd û birîndar çêbûn.”   Li gorî daxuyaniya HSD’ê kesên jiyana xwe ji dest dane ev in: “Rehef Îsmaîl El Ebûd (12), Nadiye Xidir El Mihemed (18), Hind Ferhan El Ebûd (30), Aya Îsmaîl El Ebûd (8), Nadîn Silîc El Ibêd (22), Yas Yasîn El Zeer (37), Mariya Yasîn El Zeer (12), Selwa Yasir El Zeer (5), Rexed Mihemed El Zixîr (22), Şam Beşar El Zixîr (8 mehî) û Îlaf Beşar El Zixîr (yek sal û nîv)”     Navên welatiyên birîndar bûne ev in: “Elî Hesen El Damin (12), Melek Ebûd El Hisên (25), Sûriye El Ebûd (50), Fehid Îsmaîl El Ebûd (15) û Melek Îsmaîl El Ebûd (6)”