‘Heke Tirkiye li gorî biryara ‘binpêkirinê’ tevnegere dibe ku mueyîde lê bên ferzkirin' 2024-08-09 11:10:46   STENBOL - Oguzhan Topalkara ê ÇHD’î diyar kir ku heke Tirkiye biryara “binpêkirinê” ya DMME’yê ya têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan cîbicî neke,  dibe ku Konseya Ewropayê hinek mueyîdeyan li Tirkiyeyê ferz bike.    Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE KW) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dê têkildarî biryara “binpêkirinê” ya di sala 2014’an de ku ji bo cezayê muebbeta girankirî ya bêyî mafê berdana bişert a li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birîn dabû, binirxîne. Komîteya Wezîran dê di navbera 17-19’ê îlonê de bicive û kontrol bike bê ka biryara binpêkirinê ya DMME’yê ya “binpêkirina mafê hêviyê” hatiye cîbicîkirin an na.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya di Pergala Înfazkirina Cezayê de Civaka Sivîl (CÎSST) û Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), beriya civîna Komîteya Wezîran agahî dan. Di agahdarkirinê de hat bibîrxistin ku bi biryara DMME’yê ya di 18’ê adara 2014’an de hatiye destnîşankirin ku cezayê muebbeta girankirî ya bêyî mafê berdana bişert a Abdullah Ocalan, li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatiye dîtin.    Ji rêveberên ÇHD’ê Oguzhan Topalkara têkildarî agahdariya ji komîteyê re şandine axivî. Topalkara, da zanîn ku DMME’yê di sala 2014’an de biryar da ku binpêkirina “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan li dijî PMME’yê û di berdewamê de heman biryar ji bo girtî Emîn Gurban, Hayatî Kaytan û Civan Boltan jî daye. Topalkara, diyar kir ku Tirkiyeyê li gorî biryara DMME’yê tevnegeriya û li ser vê yekê rêxistinên civaka sivîl cara ewil di sala 2021’ê de serî li Komîteya Wezîran a KE’yê dane.    Topalkara, bi bîr xist ku komîteyê ji bo têkildarî “Mafê hêviyê” di qanûnan de sererastkirin bên kirin, derheqê Tirkiyeyê de pêvajoya venêrînê daye destpêkirin.    TIRKIYE ÇIMA GAVAN NAAVÊJE?   Topalkara, da zanîn ku Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de çi gavên erênî neavêtiye û wiha domand: “Tirkiyeyê li dijî biryara binpêkirina têkildarî mafê hêviyê dibêje; ‘Rayeya serokkomar a efûyê heye lewma dibe ku bide. Hukmên berdana bişert hene. Mercên ku hikûmxwarin muebbeta giran ên nexweşiya wan giran jê sûd bigirin hene.’ Biv ê yekê re dibêjin; ‘em cezayê muebbeta giran heta mirinê cîbicî nakin.’ Belê, heke hinek îstîsna nebin, li gorî qanûnên înfazê yên li ser kaxizê, hikûmxwarekê muebbeta giran dikare piştî 39 salan were berdan. Lê di TMK’ê de, di rayeyên dane serokkomar de her tim îstîsna hene. Dema ev îstîsna dikevin meriyetê, ew sererastkirina qanûna înfazê ji holê radibe û her kes heta dimire girtî dimîne. Lê belê di biryarên berê yên komîteyê de jixwe biryar hatiye gotin ku Tirkiye van mewzûatan biguherîne. Anku biryar dan ku îstîsnayên di TMK’ê de bên rakirin. Yek ji spartekên Tirkiyeyê jî sererastkirina mewzûatan bû. Yanî ji bo hikûmxwarên muebbeta girankirî ji bo bikarin derkevin, bêyî hincetan biryarên DMME’yê bên cîbicîkirin. Ev yek hem pêşniyara DMME’yê hem jî ya komîteyê bû. Tirkiyeyê gotibû ku dê têkildarî vê plana çalakiyan derxîne lê rewşa heyî berevajî vê ye.”    ‘DI ENCAMA BAZARIYÊ DE EV 3 SAL IN BÊDENG IN’    Di berdewamê de Topalkara anî ziman ku komîte ev sê sal in li hemberî gavneavêtina Tirkiyeyê bêdeng e û wiha pê de çû: “Di civîna 17-19’ê îlonê de ev mijar dê bê nirxandin û ev gavekî erênî ye. Ev xemsariya komîteyê, ne ji ber ku Tirkiye li rêyên çareseriyê digere yan jî komîteyê dem daye lewma ye. Mixabin ev encama bazariyên polîtîk ên emperyalîzmê ne. Jixwe ji roja ev mijar hatiye rojeva komîteyê û ji roja biryara binpêkirinê ya DMME’yê heta niha Tirkiyeyê di mewzûatan de tu guhertin çênekiriye. Ev yek bi eşkereyî diqewimin û çapemenî belav dike lê komîte gav naavêje. Belê, mijara penaberan û bazariyên aboriyê yên bi Ewropayê re dibe sedema vê. Em dikarin bibêjin ku komîte di vê mijarê de jidil nîne. Ne tenê di mijara mafê hêviyê de, di biryarên Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş de jî heman tiştî dike. Komîte, ji ber bazariyên polîtîk bêdeng dimîne û civînan taloq dike. Ji 2021’ê heta niha dikariya 3 caran bicive lê neciviya. Xuyaye ku gef û şantajên Tirkiyeyê hene.”    NAVEROKA AGAHDARKIRINÊ   Topalkara, daxuyand ku piştî komîteyê binpêkirina behsa xeberê girtî rojeva xwe, wan jî di çarçoveya prosedûra “9.2”yê de agahdarkirineke nivîskî ji komîteyê re şandine. Topalkara, axaftina xwe wiha domand: “Li gorî prosedûrê; heke biryara binpêkirinê were dayin lê welatê behsa xeberê cîbicî neke, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên girseyî yê demokratîk dikarin saziyê agahdar bikin û bibêjin ‘bi biryara we nehatiye kirin û di mewzûat an jî cîbicîkirinê de pirsgirêk heye.’ Me jî wisa kir. Me got ku cezayê muebbeta girankirî li Tirkiyeyê heta girtî dimire didome û astengiyên hiqûqî hene. Me got; ‘li ser kaxizê ji bo berdanê yan jî ji bo mafê hêviyê çendek tişt hene lê di pratîkê de nayên pêkanîn û mewzûat rê nade vê.’ Lewma jî me got; ‘plana çalakiyê ya dewletê û pêşniyarên çareseriyê rast nînin.’ Dê komîte jî van agahiyan binirxîne û biryarekê bide.”    ‘XWEDÎ WÊ RAYEYÊ KU JI KONSEYÊ DERXÎNE’    Di berdewamê de Topalkara got ku heke komîte mekanîzmaya venêrînê bixe meriyetê, xwedî wê hêzê ye ku hinek mueyîdeyan li Tirkiyeyê ferz bike û ev tişt anî ziman: “Dikarin mueyîdeyên madî ferz bikin, mafê dengdayînê bisînor bikin û Tirkiyeyê ji Konseya Ewropayê derxînin. Heta niha ev qet nekirine. Di vê mijarê de tenê ji bo Azerbaycanê xwestin vê bixin meriyetê lê dema dê Azerbaycan ji konseyê bihata derxistin, Azerbaycanê girtiyê siyasî berda. Lê nizanim ji bo Tirkiyeyê dê wisa bikin an na. Ev girêdayî angajmanên polîtîk e. Lê pêvajo ewqas hêdî didome ku dê gelek dem bigire. Em nizanin bê ka dê gefên mueyîdena bi Tirkiyeyê gav bidin avêtin an na. Heke bikevin meriyetê, aboriya Tirkiyeyê dê hêj xerabtir bibe û ji bo pêşîlegirtina vê dibe ku gav biavêje. Hêvîdarim van binpêkirinên mafan ji holê rake, mafê hêviyê bi cih bîne.”    BALKIŞAND SER TÊKOŞÎNÊ   Topalkara, anî ziman ku hewldanên wan ên têkildarî binpêkirinên li girtîgehan didomin û axaftina xwe wiha qedand: “Hem di asta neteweyî hem jî ya navneteweyî de didomin. Em her tim serî li CPT, NY û Konseya Ewropayê didin. Lê divê muxatabên me jidil nêz bibin. Nikarin Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di nava tecrîda girankirî de heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de ragirin. Weke hemû pêvajoyên din, ev pêvajo jî dê bi têkoşînê çareser bibe. Hem muxatabên me yên navneteweyî û hem jî dewlet dema têkoşîna me mezintir bû dê neçar bimînin guh bidinê. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.”