Li Altindagê kûçik bi komî hatin kuştin û binaxkirin 2024-08-09 10:54:49   ENQERE- Li derdora stargeha Şaredariya Altindagê gelek kûçîk bi awayekî komî hatine hatine binaxkirin.    Piştî ku AKP’ê qanûna qetilkirina ajalan di Meclisê de derbas kir, dîmenên kuştina bi komî ya ajalan derdikevin pêş. Piştî ku Şaredariya Nîgdeyê têkildarî kuştina ajalan ya bi komî hatiye kirin daxuyaniya “Li gorî qanûnê û wijdanê ye” da, têkildarî mijarê carê jî ji Şaredariya Altindagê dîmenên nû yên binaxkirina ajalan derket holê.    Parastvanên mafên ajalan yên derbarê tundiya li kûçikan hatiye kirin de gelek îxbar girtine, dema çûne sitargeha Şaredariya Altindagê di çalên vekirî de dîtin ku kûçikên hatine kuştin bi komî hatine binaxkirin. Di herêmê de gelek çalên nû û yên kevin hatine vekirin hene û hat dîtin û kûçik bi girêdana dest û piyan hatine binaxkirin.    MIDÛRÊ KARÊN BEYTARIYÊ BIRIN QEREKOLÊ   Li gorî agahiyên bi dest ketine, Midûrê Karûbarên Beytariyê ji bo îfadeya wî were girtin birine qereqolê. Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê têkildarî mijarê bi ser hesaba xwe ya medya dîjîtal daxuyanî da û got ‘Bûyera di stargeha Şaredariya Altindagê de hatiye jiyîn, ne di qada berpirsyariya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê de ye’ kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku stargeh ne aîdê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye û hat diyarkirin ku ew ê bibin şopdarê vê komkujiyê.