Li Kurdistanê qirkirina daran: Li dijî qirkirinê têkoşîneke hevpar divê 2024-08-09 09:57:13 ENQERE - Hevberdevkê Meclisa Ekolojiyê Huseyîn Çaglar diyar kir ku qirkirina daran a li erdnîgariya Kurdistanê encama feraseta "dagirkeriyê" ye û got: "Mantiqa dagirkeriyê ya li Efrînê, li Gabar û Cûdiyê didome. Lewma divê her kes li dijî vê talankirinê bi hev re bitêkoşe." Li Gabar û Cûdiyê qirkirina daran a bi destê leşke rû cerdevanan dest pê kiribû, didome. Talankirina xwezayê ya li bejahiya navçeya QIleban û Elkê ya Şirnexê belav bûye bênavber didome. Hêjayî gotinê ye ku cihên ku dar lê tên birîn, di salên 90'î de wekî "ewlehiya taybet" hatibûn îlankirin.    Hevberdevkê Meclisa Ekolojiyê Huseyîn Çaglar ku têkildarî qirkirina ekolojiyê axivî, li dijî talankirina xwezayê hemû derdoran vexwand têkoşîna hevpar.    ‘MANTIQA DAGIRKERIYÊ YE'   Çaglar bilêv kir ku talankirina qadên xwezayî li rojavayê Tirkiyeyê bi armanca rantê û li Kurdistanê jî di bin navê "ewlehiyê" de bi feraseta dagirkeriyê tê kirin û got: "Em dibînin ku daristan tên tunekirin û çiya tên talankirin. Me vê yelê berê li Efrînê jî dît. Darên zeytûnan qir kirin. Bi mantiqa dagirkeriyê nêzî wir bûn. Li Gabar û Cûdiyê êrişên li ser dariastanan û qirkirina daran hem bi mantiqa dagirkeriyê tê kirin hem jî bi vê mantiqaê dixwazin dahatekê bi dest bixin."   BANGAWAZÎ   Çaglar destnîşan kir ku pêşîgirtina li êrişên desthilata AKP-MHP'ê ancax bi rêxistinbûyîna têkoşîneke hevpar pêkan e û got: "Li her derê Tirkiyeyê êriş li ser xwezayê hene û ev êriş tenê zirarê nadin wan deran. Gava em behsa krîzeke avhewayê dikin, ev êriş li ku derê cîhan dibin bila bibin her kesî eleqedar dikin. Lewma li ku derê êriş hebin, divê mirov li wir rêxistinbûyîneke hevpar ava bike."   Çaglar bang li hemû civakê, demokratan, derdorên çep û sosyalîst kir ku li dijî van êrişan bi têkoşîneke hevpar tevbigerin.