2 gundên Silêmaniyeyê hatin bombebarankirin 2024-08-08 23:10:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên bêmirov yên Tirkiyeyê du gundên devera Şarbajêr ya girêdayî Silêmaniyê bombebaran kirin. Li gor agahiyên destpêkê gelek zirara madî gihaştiye rez û baxên gundiyan.   Li gor çavkaniyên herêmê, îro êvarê di saet 18:45’an de balafirên bêmirov yên Tirkiyeyê Dola Şore ya nêzîkî gundê Gelale û gundê Sefre ya girêdayî devera Şarbajêr ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve bombebaran kirin.   Her wiha çavkaniyên herêmî ragihandin ku balafirên bêmirov yên Tirkiyeyê ji serê sibehê ve li ser deverê digerin û îro êvarê Dola Şore ya nêzî gundê Gelale 3 caran bombebaran kirin û di encama êrişê de li deverê şewat derket. Her wiha hate ragihandin ku navenda gundê Sefre jî carekê hatiye bombebarankirin.   Li gor agahiyên destpêkê di encama bombebaranên balafirên Tirkiyeyê de zirareke mezin ya madî gihaştiye rez û baxên gundiyan.