Maça fînalê ya Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokûyê hat lîstin 2024-08-08 22:43:46   COLEMÊRG – Maça fînalê ya Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû ku ji aliyê Meclisa Ciwanên DEM Partiyê ve tê organîzekirin, li Colemêrgê hat lîstin. Di encama maçê de Abaylarspor bû şampiyon.    Tûrnûvaya futbolê ya ku ji aliyê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve li ser navê xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku ku ji 5’ê Çileya 2020’an ve agahî jê nayê girtin, li Colemêrgê bi dawî bû. Rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya  bajarê Colemêrgê beşdarî maça Fînalê bûn. Berî destpêkirina maç çend deqîqeyan temaşevanên herdu tîman herikîn qada Astroturfê ya ku maça fînalê lê hat lîstin.   Di tûrnûvaya ku di 11ê tîrmehê de li bajêr dest pê kiribû 18 tîm hatin hemberî hev. Di encama maçan de Abaylar Spor û Pala Spor ji 28 tîman bûn tîmên fînalîst. Her du tîmên  derketin fînalê bi pankartên "Em li dijî faşîzmê golan diavêjin, bi rengê xwe yê mor li qadan in" derketin qadan. Di pêşbirkê de Abaylar Spor bi skora 8-2 bû şampiyon.   Beriya merasîma kûpa û madalyayê Hevseroka DEM Partiyê ya bajarê Colemêrgê Humeyra Armut diyar kir ku armanca lidarxistina turnuvayê balkişandina ser polîtîkayên şerê taybet ên di sala 2020'an de di şexsê Gulistan Dokû de ji bo hemû jin û ciwanan hatiye pêşxistin û got:“Ji bo me di vê tûrnûvayê de her tîm yek e û yê serketî tîm e. Ji sala 2015’an ve li ser tevahî civaka Kurd polîtîkayên şerê taybet dimeşîne. Bi taybetî jî li herêma me li dijî çand, ziman û hunera Kurdî êrîşeke nenaskirinê tê kirin. Bi taybetî bi rêya ciwanên Kurd vê dikin. Ji ber vê yekê em bang li hemû ciwanan dikin ku parastina jiyana azad û wekhev bikin û çanda xwe biparêzin. Em ji her du tîmên serketî re serkeftinê dixwazin   Piştî axaftinê kaptanên her du tîman bi hev re kûpa rakirin.