Cara sêyemîn berdana girtiyê 30 salî hat astengkirin 2024-08-08 13:13:00   AGIRÎ - Ramazan Karataş ê ku 30 sal in girtî ye û li Girtîgeha Eregliya Konyayê tê ragirtin, cara 3’yemîn ji bo 6 mehan berdana wî hat taloqkirin.    Ramazan Karataş 30 sal in girtî ye. Niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliya Konyayê di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Desteya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê cara 3’yemîn ji bo 6 mehan berdana Karataş taloq kir.    Karataş di sala 1993’yan de hat girtin û cezayê mubedê lê hatibû birîn. Ew heta niha li girtîgehên Erzirom, Trabzon, Mûş, Stenbolû Balikesîrê hatiye ragirtin. Ev du sal û nîv in jî li Girtîgeha Eregliyê tê ragirtin.    Di teblîxnameya ku bo Karataş hat şandin de berdana wî cara sêyemîn bi hincetên, “poşman nabe” û “girêdana wî ya bi rêxistinê re” ji bo dema 6 mehan hat dirêjkirin.