Li Miksê dawet êdî girêdayî ‘destûra’ cendirmeyan e! 2024-08-08 11:38:32 WAN - Qeymeqamtiya Miksê ji welatiyên navçeyê re nameyek şand û diyar kir ku êdî dê lidarxistina dawetan girêdayî “destûra” cendirmeyan be.    Pêla faşîzmê ya li Tirkiyeyê ya li dijî gelê kurd roj bi roj mezintir dibe. Demek berê li Mêrsînê 9 ciwan bi hinceta ku li ber stranên kurdî govend gerandine, hatin girtin. Êriş tenê bi Mêrsînê re bisînor nema û Mêrsîn, Sêrt, Stenbol û Colemêrg jî di nav de li gelek bajarên din bi heman hincetê bi dehan welatî hatin girtin û binçavkirin. Di heman demê de bi biryara Wezareta Karên Hundir, nivîsên hişyariyê yên bi kurdî yên “Pêşî Peya” û “Hêdî” yên li gelek bajaran jî hatin jêbirin.    ‘DIVÊ DESTÛR JI CENDIRMEYAN WERE XWESTIN’   Îktîdara AKP-MHP’ê êrişên xwe yên li dijî çand, huner û zimanê kurdî, derxist qonaxeke din. Qeymeqamtiya Miksê ya Wanê bi biryareke sosret ji welatiyan xwest ku êdî ji bo dawetan destûrê ji cendirmeyan bixwazin. Peyama qeymeqamtiyê ji keyayan re şandiye wiha ye: “Ji bo keyayên gundan hişyarî; dema ku dê li tax û mezrayan dawet were kirin, hewceye xwediyên dawetê du roj beriya wê daxwaznameyê bidin qeymeqamtiyê û destûrê ji cendirmeyan bixwazin. Em jî dê we agahdar bikin bê ka hûn ê çawa tevbigerin.”    WELATIYAN BERTEK NÎŞAN DAN    Xelkê navçeyê jî bertek nîşanî biryarê dan û gotin: “Êdî bêhnstandina me jî girêdayî destûra cendirme û emniyetê dikin.”