Hêzên girêdayî Şamê dîsa êrişî Dêrazorê kirin 2024-08-08 11:00:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Komên paramîlîter ên girêdayî Şamê li dijî gundên Dêrazorê êrişeke nû dan destpêkirin.    Hêzên girêdayî hikûmeta Şamê û koma paramîlîter a Dîfa El Wetanî êrişên xwe yên li dijî Dêrazorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li dijî gundên Dêrazorê êrişeke nû hatiye destpêkirin. HSD’ê da zanîn ku hêzên wan jî bersivê didin êrişan.    Hat destnîşankirin ku hêzên girêdayî Şamê û koma paramîlîter a Dîfa El Wetanî, şevê din stasyoneke avê ya li herêmê şewitandine.    Komên behsa xeberê di 6-7’ê tebaxê de êrişî gundên Zîba, Şihêl, Teyana, Derenc, Ebû Herdûb, Ebû Hemam, Letwa, Geranîc û Besîrayê yên li rojhilatê Kantona Dêrazorê kiribûn. Şervanên HSD’ê jî ev êriş têk biribûn.    Di êrişan de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 2 jê zarok 7 sivîl jî birîndar bûbûn.