Li Bazarcixê şeva piştevaniyê hat lidarxistin 2024-08-08 10:19:16   MEREŞ - DEM Partî li Bazarcixa di erdheja Mereşê de hilweşiyaye, şeva piştevaniyê li dar xist.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo navçeya Bazarcixa Mereşê ya di erdheja 6’ê sibata 2023’yan de zirarekî mezin dîtiye, şeva piştevaniyê li dar xist. Gelek kes tev li şeva piştevaniyê ya di eywanekî dawetê ya li bajar de hatiye lidarxistin bûn.    Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan di şeva hevdîtinê de anî ziman ku demekî dirêj bi ser erdhejê re derbas bûye û da zanîn ku hêj jî birînên erdhejê nehatine kewandin. Bozan diyar kir ku ew ji bo birînên mexdûrên erdhejê derman bikin di nava hewldanê de ne û bilêv kir aqûbeta alîkariyên ku desthilatê piştî erdhejê kom kirine, nayê zanîn.    BERTEKA REMZA ‘GURÊ BOZ’   Bozan di axaftina xwe de bal kişan ser Cemxaneya Çandê ya Elewî Bektaşî ya di bin banê Wezareta Çandê hatiye avakirin û wiha got: “Armanc asîmîlekirina elewiyan bû. Elewî vê yekê dizanibûn. Saziya girêdayî Wezareta Çandê di rojên derbasbûyî de geştek li dar xist û li wê derê ciwanên ku remza gurê boz kiribûn, hebû. Elewî dizanin bê ka ew remz tê çi wateyê. Em ji ku derê dizanin. Em ji Sêwasê dizanin, dema canên me di Madimakê de dihatin şewitandin, ew remz dihat bilindkirin. Em ji Çorûm dizanin yên ku malên me nîşan dikirin, wê remzê çêdikirin.”    ‘PIRA JI PÊŞEROJÊ BER BI PAŞEROJÊ VE’   Di şeva piştevaniyê de peyama Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tûncer Bakirhan hate xwendin. Di peyamê de wiha hat gotin: “Pirsgirêkekî din a Bazarcix, Elbîstan û Mereşê koçberî ye. Ji bo herêma me bêyî mirov were hiştin ji berê ve polîtîkayekî taybet tê sepandin. Piştî erdhejê ev koç zêde bû. Wek partî bendewariya me ji hemû hemwelatiyên me xwedîderketina herêma xwe ye. Herî dawî Mereş di hêla çanda kurd û baweriya elewiyan de navendekî girîng e. Em dibêjin ku ji bo çand ziman û baweriya me tune nebe em ji pêşerojê ber bi paşerojê ve bibin pirek, rêxistina partî û saziyên xwe xurt bikin û em carekî din we bi heskirin silav dikin.”     Hevdîtin li gel stirîna stranên kurdî, gerandina govendê û gotina klaman bi dawî bû.