Bi ser qetilkirina Huseyîn Deniz re 32 sal derbas bûn: Kujerekî bavê min mamosteyê lîseya min bû 2024-08-08 09:00:52 WAN - 32 sal di ser qetilkirina Rojnameger û Nivîskar Huseyîn Denîz re ku ji aliyê endamên Hîzbullahê ve hat qetilkirin, derbas bûn. Keça Huseyîn Denîz, Zozan Denîz, der barê kujerê bavê xwe de cara ewil  bîranînek xwe vegot: “Ji kujeran yek jê li lîseya ku min lê dixwend mamoste bû. Dema ku sûcdar em didît serê xwe dizîvirand, lê me dizanî ku ew sûcdar e. Her cara ku me ew kes didît, me bi kîn, nefret û bi jan li wî dinêrî.” Di ser qetilkirina nûçegihan û nivîskarê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz re 32 sal derbas bûn. Denîz ku biraziyê zanayê kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter) bû, di 9'ê tebaxa 1992'yan de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hat qetilkirin. Denîz, bi salan li Sêwereg û Nisêbînê mamostetî kir. Denîz ku di dema darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de hat binçavkirin, 3 salan di Girtîgeha Amedê de ma. Xebatên Denîz ên li ser ziman û folklora kurdî ku di wan salan de dest pê kiribû, di salên pêş de jî berdewam kir. Di sala 1991’ê de pirtûkên wî yên bi navê “Gotinên Pêşiyên Kurdan” û pirtûka zarokan “Ji Nav Ajalan” hatin çapkirin. Denîz ku endamê Yekîtiya Nivîskarên Navneteweyî PEN’ê bû, beriya Rojnameya Ozgur Gundemê di gelek rojname û kovarên wekî Yeni Ulke, Cumhûriyet, 2000'e Dogrû û Welat gotarên wî hatin weşandin. Denîz ê ku di 31'ê gulana 1992'yan de dema ku Rojnameya Ozgur Gundemê dest bi weşanê kir bû nûçegihanê Serêkaniyê yê rojnameyê, li ser rûpela forûmê ya rojnameyê nivîs dinivîsand.   Denîz ê ku di 9'ê tebaxa 1992'yan de li kolaneke navçeya Serêkaniyê di encama êrîşa çekdarî de bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê. Denîz, rojek şûnde bi pêşengiya malbata wî de ji bo lênêrîneke baştir birin Amedê. Lê belê Denîz di 10'ê tebaxê de hêj negihişt Amedê jiyana xwe ji dest da. Piştî Denîz pirtûkên bi navê “Huseyîncan” bi kurdî û tirkî hatin çapkirin. Pirtûka ku di sala 2022’an de hat weşandin, heval û xizmên wî qala wî dikin.   NIVÎSA MÛSA ANTER   Di nivîseke Zanayê Kurd Mûsa Anter de ku piştî kuştina biraziyê xwe Huseyîn Denîz nivîsandibû wiha hatibû gotin: “Bi rastî Huseyînê me ji şehîdê Kerbelayê Huseyîn ne kêmtir e. Huseyîn, ez nikarim ji te re bibêjim 'tu mirî'. Mirina te ewqas li min giran e ku ger ez bêjim tu miriyî qey min tu kuştiyî. Lê xem neke lawê min, 'Ez xalê te me' heta ku ez sax bim, ez ê cihê te jî binivîsim. Na, heke ew min jî bikujin, ez ê bigihim te û ev gihîn dê bibe gihîna herî baş.”   'DI PÊVAJOYEKE GELEK ZEHMET DE TEKOŞÎN DAN'   Keça Huseyîn Denîz Zozan Denîz ku gava bavê xwe winda hat qetilkirin 8 mehî bû, bi gotinên nasên xwe bavê xwe nas kiriye. Zozan Denîz a ku bi çîrok û têkoşîna bavê xwe Huseyîn Denîz mezin bû wiha got: “Dema ku nasan behsa bavê min dikirin çavên wan dibiriqîn, min wisa fêm kir ku bavê min mirovekî baş e. Hogir û hevalên bavê min gelek piştgirî dan min. Ez bi bêrîkirina bavê xwe mezin bûm. Her ku me dibihîst ku bavê min çi têkoşer, berhemdar û mirovekî baş e, em bi rûmettir bûn. Bavê min û hevalên wî di demên herî dijwar de tekoşîn kirin. Her tim bi pênûs û nivîsên xwe hewl dan hilberînin. Bavê min jî li ser zimanê kurdî xebitî û salek beriya ku were qetilkirin pirtûka bi zaraveyên kurmancî û zazakî ya bi navê 'Gotinên Pêşiyên Kurdan' çap kir. Heke şehîd nebûya dê zêdetir xebat bikira.”     ‘PERGALÊ WISA DIHESIBAND KU EW Ê BI KUŞTINA REWŞENBÎRAN TÊKOŞÎNÊ BIŞKÎNIN'   Denîz da zanîn ku ji bo têkoşîna bavê xwe û hevalên wî bidomîne û rêya wan bişopîne çi ji destê wê tê dike û diyar kir ku li gel zextên pergalê jî dê vê yekê bidomînin. Denîz anî ziman ku pêkanînên pergalê yên qetilkirina rewşenbîr û nivîskaran di salên dawî de bi girtîgeh û gefan dewam dikin. Denîz bi lêv kir ku civakê rewşenbîr û nivîskarên xwe ji bîr nekirin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Di 15’ê Gulanê Roja Zimanê Dayikê ya Kurdî de Egîtîm-Sen û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê li ser navê bavê min pêşbirkek li dar xist. Em fikirîn ku ji ber zextan dê beşdarbûn kêm bibe, lê hem ji welat hem jî ji derveyê welat gelek kesan eleqeyeke mezin nîşan dan. Bi rastî, ez li benda girseyek wisa bi heybet nebûm. Bi wê heyecan û qelebalixa di salonê de ez gelek serbilind bûm. Dema ku me hesret, hezkirin û hurmeta di çavên mirovan de dît, me hêj bêtir birûmet hîs kir. Ez û birayên xwe her tim li ser xema 'Gelo em ê bikaribin bibin layiqê tekoşîna bavê xwe?' mezin bûn.”   Denîz anî ziman ku "cînayetên kiryar nediyar" destê qirêj û tarî yê wê pêvajoyê bûn û wiha got: “Me baş dizanibû ku kiryar kî ne. Pergal difikirî ku kurd bi qirkirinê dê bi dawî bibin, lê ti carî bi ser neketin û wê bi ser nekevin jî.”   YEK JI KUJERÊN BAWÊ WÊ DI LÎSEYA KU LÊ DIXWEND MAMOSTE BÛ   Denîz bîranîna xwe ya yekemîn a der barê kujerên bavê xwe de wiha vegot: “Yek ji qatilên bavê min ê bi navê Nîhat Beşkat li Lîseya Ceylanpinarê ku min lê dixwend mamostetî dikir. Dema ku sûcdar em didît serê xwe dizivirand, lê me zanî ku ew mirovekî sucdar e. Vî kesî ji ber zextên derûnî dibistan guhert. Her cara ku me ew kes didît, me bi kîn, nefret û bi jan lê dinêrî. Dû re, me bihîst ku wî ji me re peyamek şandiye ku haya wî ji tiştekî tune ye û bajar terikandiye. Helbet me rastî dizanibû. Rayedaran wê demê gotin ku wan (tetîkkêş) girtiye, lê di nava çend salan de wî jî beraat kirin. Jixwe ji ber borîna demê dosya hat girtin. Me rewş bir AÎHM’ê, lê dîsa jî me tu encam bi dest nexist û kiryar nehatin eşkerekirin. Li gel Nîhat Beşkat di nav kesên ku kiryar kirine de behsa kesê bi navê Halîl Gov jî dihat kirin, lê me Gov qet nedît. Ev her du nobedar bûn û yê ku gulebaran kir jî kesek ji derve hatibû. Dewletê bi her awayî ew parastin.”   40 ROJ PIŞTÎ DENÎZ MUSA ANTER JÎ KUŞTIN   Denîz diyar kir ku Mûsa Anter xalê bavê wî bû û anî ziman ku Anter ew kesê ku bavê wê mezin kiriye û perwerde kiriye ye. Denîz anî ziman ku bavê wî û Mûsa Anter gelekî ji hev hez dikirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mûsa Anter ji ber şehadeta bavê min gelekî xemgîn bû. 40 roj piştî ku bavê min hat qetilkirin, xalê min Mûsa jî şehîd ket. Her çiqasî gotin kiryar nediyar in jî me kiryar nas dikir. Kuştina van mirovên bedew, timî berhemdar travmayek mezin li ser me hişt. Lê vê yekê jî rêya me vekir, bav û xalê min ji me re bûn ronahî. Ez dayika du zarokan im û hewl didim her du zarokên xwe bi ziman û çanda xwe mezin bikim. Em hewl didin ku mîrateya wan biparêzin.”   'MIN ŞÎRANÎ DIRÊJÎ WÊNEYÊ BAVÊ XWE DIKIR’   Denîz bi domdarî wiha wiha got: “Dema ez biçûk bûm min şîranî dida wêneyê bavê xwe. Bavê min pir ji keçan hez dikir. Navê min bavê min û xalê min Mûsa Anter dan ser min. Her tim digot ‘Heke keçeke min çêbibe ez ê wê pir baş mezin bikim’. Lê mixabin pergalê ev yek li wî û li me pir dît. Min di jiyana xwe de di tu deman de nekarî peyva bav bi kar bînim. Tişta ku ez herî zêde jê bêpar hîs dikim hembêzkirin û axaftinên bav-keç in.”   'EM Ê DEV JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN'   Denîz bal kişand ser zehmetiyên di serdema ku bavê wî hate qetilkirin de û wiha dawî li axaftina xwe anî “Erka me ew e ku em ti carî dest ji têkoşînê bernedin. Zext bi awayekî sîstematîk dewam dikin. Mixabin ev rewş êdî bûye qedera gelê kurd. Di wê demê de, dihizirin ku bi komkujiyan wê kurdan biqedînin. Niha jî bi binçavkirin û girtinê hewl didin pêşî li ziman, reng, kinc û govendên me bigirin. Em ê ti carî dest ji têkoşîna çanda xwe bernedin û em ê her tim çanda xwe bidomînin. Em ê heta ji destê me bê ziman û çanda xwe biparêzin.”   MA / Bazîd Evren