ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-08 09:00:18   * Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, diyar kir ku êrişên bi hevkariya PDK'ê pêngava dawî ya desthilata AKP'ê ye û got: "Hevsengiya wan xera bû. Tirkiye di nava pêvajoyeke mezin a guherînê de ye."    * Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamus diyar kir ku ji bilî PDK’ê bi hemû partiyên li Başûr re hevdîtin kirine. Karamus, wiha got: “Di parastina berjewendiyên neteweyî de em kengî daxwaza hevdîtinê bikin, PDK qebûl nake.”    * Biryara “binpêkirinê” ya DMME’yê der barê Abdullah Ocalan de daye, 10 sal in nayê bicihanîn. Parêzer Zîlan Aydin a ku mijarê ji Konseya Ewropayê re ragihand, bal kişand ser “mafê hêviyê.”    * Girtiyê bi navê Osman Çaglar ê li Girtîgeha Panosê di hûcreyê de tê ragirtin, tevî nexweşiyên wî yên dil û îdrarê hene jî nayê dermankirin. Dayika wî Hatîce Çaglar, diyar kir ku kurê wê ji ber îşkenceya ku lê hatiye kirin nexweş ketiye û xwest tedawiya kurê wê bê kirin.     * Hanîfe Guzel diyar kir ku ew hê zarok bûye hatiye zewicandin, hevjînê wê tundiya sîstematîk lê kiriye û wê bi hêza ku ji paradîgmaya azadîxwaz a jinan girtiye li dijî feodalîzmê jiyanek nû hûnandiye.    * 32 sal di ser qetilkirina Rojnameger û Nivîskar Huseyîn Denîz re ku ji aliyê endamên Hîzbullahê ve hat qetilkirin, derbas bûn. Keça Huseyîn Denîz, Zozan Denîz, der barê kujerê bavê xwe de cara ewil  bîranînek xwe vegot: “Ji kujeran yek jê li lîseya ku min lê dixwend mamoste bû. Dema ku sûcdar em didît serê xwe dizîvirand, lê me dizanî ku ew sûcdar e. Her cara ku me ew kes didît, me bi kîn, nefret û bi jan li wî dinêrî.”   * Li Zozanên Hasandînê li dijî kana madenê ya dixwazin çêbikin, banga tevlibûna mitînga 10’ê tebaxê hate kirin.    * Meclisa Jinan a DBP'ê têkildarî geşedanên di rojevê de dê li buroya şêwrê ya li Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDÎ   * Rojnamevan Denîz Firat a di êrişa DAIŞ'ê ya li dijî Wargeha Mexmûrê de jiyana xwe ji dest da dê li ser gora xwe ya li navçeya Ebexa Wanê bê bibîranîn. (14.00)   * Çalakiya nobeda li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê dê li Qada Şîşxaneyê ya navçeya Beyoglûya Stenbolê hatiye destpêkirin, berdewam bike. (20.00-22.00)