Zêdetirî milyonek navên navnîşanan hatine astengkirin 2024-08-07 16:27:08   ENQERE - Bi dawiya meha adarê ve li Tirkiyeyê hejmara malperên webê û navên navnîşanan ên hatine astengkirin milyonek derbas kir.    Li gorî rapora Komeleya Azadiya Xweîfadekirinê “EngelliWeb”ê; bi dawiya meha adarê re li Tirkiyeyê milyonek û 43 hezar û 312 malperên webê û navên navnîşanan, bi giştî 892 hezar û 951 biryarên zêdetirî 833 sazî û dadgeriyên cuda ve hatine astengkirin.    Hejmara malperên webê û navên navnîşanan ên di tevahiya sala 2023’yan de hatin astengkirin jî weke 247 hezar û 857 hatibû destnîşankirin.