Li Zapê şerekî dijwar diqewime 2024-08-07 09:23:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku li herêma Zapê di navbera leşkerên tirk û endamên HPG’ê de şerê dijwar diqewime.  Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî deverên Zap, Avaşîn û Metîna yên bi ser başûrê Kurdistanê ve pêk tên, berdewam dikin. Li gorî nûçeya RojNewsê; duh bi şev di navbera leşkerên tirk ku xwestin li Zapê bicih bibin û endamên HPG’ê de şerekî dijwar qewimî.    Li gorî nûçeyê hat destnîşankirin ku di vî şerî de gelek leşker hatine kuştin. Hat zanîn ku li herêmê şer û pevçûn berdewam dike.