Bêrîvan Şaxo: Li deverên dagirkirî tirkî li xelkê tê ferzkirin 2024-08-07 09:03:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Bêrîvan Şaxo bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê û got: “Dewleta tirk li deverên ku dagir dike ziman û çanda tirkî dide ferzkirin. Ev jî yek ji berdewamiya plana Şark Islahatê ye."  Êrişên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê 2 sal zêdetirin didomin. Ji 17’ê nîsana 2022’yan heta niha bênavber êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê tê kirin. Ji destpêka tîrmehê ve jî ev êriş li çoltarên navçeya Amediye ya Dihokê berfireh kirin. Êriş bi hevkariya PDK’ê pêk tên. Tirkiye ya ku heta niha nêzî 40 kîlometre  deverên Herêma Kurdistanê dagir kiriye, li gelek cihan baregehên xwe ava kirine û noqteyên xwe yên lêgerînê danîne. Di encama van êrişan de heta niha gelek gund jî hatin valakirin. Li aliyekî êriş dewam dikin li aliyê din jî hat zanîn ku Tirkiye bi pişaftina li ser ziman û çandê, Plana Islahatê ya Şarkê xistiye dewrê.    Rojnamevan Bêrîvan Şaxo têkildarî geşedanên dawî yên li başûrê Kurdistanê diqewimin axivî.    'PDK LI DIJÎ KURDAN TEVDIGERE’    Bêrîvan Şaxo diyar kir ku li Rojhilata Navîn şerê nûkirina sînoran dest pê kiriye û da zanîn ku ev şer hêrî zêde jî li Kurdistanê rû dide û wiha axivî: “Aloziyên ku niha li Rojhilata Navîn diqewimin roj bi roj berfirehtir dibin û aloztir dibin. Ev alozî kûr dibin. Ev rewş niha gihiştiye qonaxeke cuda. Ev aloziya ku niha li Rojhilata Navîn diqewime jî di çarçoveya plana nûkirina sînorên Rojhilata Navîn de diqewime. Ji ber wê jî dewleta tirk jî niha êriş û dagirkeriya xwe li ser Rojhilata Navîn bi taybetî jî li ser başûrê Kurdistanê zêdetir dike. Erdogan ew sînorên ku ji destê wî hatine derxistin dubare wan sînoran dagir dike û dixwaze têxe nav erdnigariya Tirkiyeyê. Em dibinin ku dewleta tirk di salên demdirêj de êrişên xwe berfirehtir kiriye û van êrişên xwe jî nade sekinandin. Ji meha hezîrana ve heta niha êrişên xwe yên li ser herêmê zêdetir kirine. Ev êriş teşekirina serweriya herêmên Kurdistanê ye. Heta niha desthilatdarên li herêmê yên weke PDK'ê û YNK'ê li dijî van êrişan helwesteke xurt nîşan nedane. Yên ku alikariya dagirkeriya dewleta tirk dike jî PDK ye. Salên dirêj in ku desthilatdariya PDK'ê li dijî deskeftiyên gelê kurd tevdigere. Her tim xaka Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe yên takesesî bikar aniye. Ev xaka ku bi xwîna ciwanên kurd hatiye şûştin dixwaze ku gav bi gav bifiroşe. PDK li dijî deskeftiyên Kurdistanê ye û dixwaze ku van deskeftiyan tune bike. Bi eşkere alikariyê dide dewleta tirk da ku bikaribe başûrê Kurdistanê dagir bike."   'XIYANETA PDK'Ê XWE DUBARE DIKE'   Şaxo bi lêv kir ku PDK çawa ku Şengal radestî DAIŞ'ê kir û reviya çû dixwaze ku gelê başûrê Kurdistanê jî radestî dewleta tirk bike û wiha domand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku nêzî 60 hezar peşmerge lê hene û nekarî li hemberî dewleta tirk bisekine. PDK xiyaneta xwe dubare dike. Çawa ku di sala 2014'an Şengal tenê hişt niha jî bi heman şêwazê li başûrê Kurdistanê vê yekê dike. Şengal radestî DAIŞ'ê kir û niha jî Başûr teslîmî dewleta tirk dike. Ev êrişên ku niha li ser seranserî başûrê Kurdistanê tên kirin êrişên gelek metirsîdar in. Pêvçûn bi taybetî jî li qadên Parastina Medyayê diqewimin. Niha di aliyê aborî de jî dewleta tirk dixwaze ku berhemên herêmê hemû yên çavkaniya aboriyê tune bike. Bi çekên kîmyewî erişî xaka başûrê Kurdistanê dike. Ev jî dibe sedem ku hem xaka vê derê jehrî bikin û hem jî şêniyên ku li wan deveran dimînin ji xaka xwe koçber bibin. Armanc jî valakirina hêrêmê ye. Heta niha bi dehan gund di encama bombebaranan de hatine valakirin. Ev metirsî ne tenê li ser deverên Behdînan û Metîna û Bamernê ye, ev li ser tevahiya herêmê ye. Ev bêdengiya ku niha heke ku wiha bidome dê ev dagirkerî bigihîje bajaran jî."    'BÊDENGÎ DIBE SEDEMA BERFIREHKIRINA DAGIRKERIYÊ'   Şaxo bal kişand ser bêdengiya li dijî êrişên Tirkiyeyê û wiha axivî: “Bêdengiya heyî dibe sedem ku qadên dagirkeriyê berfirehtir bibin. Ev bêdengî dibe sedema berdewamiya van êrişan. Ev lihevhatina di navbera Iraq, PDK û Tirkiyeyê ji herêmê re aramî nehişt. Asayîşa herêmê û ya Iraqê dikarin ku doz li vê dagirkeriya dewleta tirk vekin. Ji ber ku serweriya Iraq û statûya Kurdistanê di xeterê de ye. Ev bêdengiya di nava hêzên Kurdistanê de jî dibe sedema dagirkeriyê. Dewleta tirk li deverên ku dagir dike ziman û çanda tirkî dide ferzkirin. Ev jî yek ji berdewamiya  Plana Islahatê ya Şarkê ye. Gelê herêmê ku dixwaze li dijî vê deng derbixîne jî ji aliyê PDK'ê ve tên astengkirin. Ji ber wê jî pêşî li vê dagirkeriyê nayê girtin."    TÊKOŞÎNA HEVGIRTΠ   Şaxo da zanîn ku tişta ku niha ji gelê herêmê re pêwîst e têkoşîna li dijî dagirkeriyê ye û got: “Îro hêzek ku dikare başûrê Kurdistanê biparêze ew jî hêza gerîla ye. Bi çekên giran jî nikarin gerîlayan têk bibin. Ên ku li hemberî hêzên gerîla têk diçin PDK û Tirkiye ye. Divê ku gel mil bide milê hêzên xwe yên parastinê û têkoşîna xwe bike yek. Da ku dawî li vê dagirkeriyê bîne. Heke ku wiha bidome dê dewleta tirk li herêmê her plan û armancên xwe yek bi yek pêk bîne. Ji ber wê tişta ku vê dagirkeriyê bide sekinandin têkoşîna hevgirtî ye.”