Girtiyê kurd li Îranê hat bidarvekirin 2024-08-06 13:24:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat zanîn ku siyasetmerê kurd ê girtî Reza Resaî yê bi hinceta beşdarî çalakiyên protestokirina Jîna Emînî bûye û di kanûna 2023’yan de cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, hat bidarvekirin.  Li Îranê siyasetmedarê kurd Reza Resaî yê 35 salî bi hinceta beşdarî çalakiyên “Jin jiyan azadî” yên piştî qetilkirina Jîna Emînî destpêkirin bûbûi hatibû girtin û di meha kanûna 2023’yan de cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Hat zanîn ku rejîma Îranê, Reza Resaî bi dar ve kiriye.    Hat diyarkirin ku îro serê sibehê zû Resaî li Girtîgeha Navendî ya Kirmanşahê hatiye bidarvekirin û der barê darvekirinê de jî agahî nedane malbatê. Hat zanîn ku piştî darvekirinê agahî dane malbatê û hişyarî li malbatê hatiye kirin cenaze nebin li bajarê Sahnehê veneşêrin.    Resaî di 24’ê mijdara 2022’yan de hatiye girtin. Di 31’ê kanûna 2023’yan de cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Cezayê Resaî du hefte berê ji aliyê Dadgeha Bilind a Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû erêkirin.    Hat zanîn ku Resaî ji bajarê Kirmanşahê ye.